> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Polonya dê 4 balafirên şerê bişîne Ukraynayê
- URL: https://www.botantimes.com/polonya-de-4-balafiren-sere-bisine-ukraynaye/
- Published: 2023-03-17T07:23:57.000Z
- Updated: 2023-03-17T07:23:57.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, ABD, joe biden, Rusya, şer, Ukrayna, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Polonyayê ragihand ku ewê 4 balafirên şer yên 'Mîg' ku di dema Sovyetê da hatiye çêkirin bişîne Ukraynayê. Polonya piştî Rûsya Ukraynayê dagir kir bû yekemîn welatê NATOyê ku dê balafîran bişîne vî welatî.

Seroka Polonyayê Andrzej Duda diyar kir ku dê di rojên pêş da çar balafirên şerê bên şandin û yên din jî paşê bên teslîmkirin.

Cîgira Serokê Parlamentoya Ukraynayê Olena Kondratyukê hêvîya xwe anî ziman ku bila welatên din jî li pey Polonyayê biçin.

Seroka Amerîkayê Joe Biden berê red kiribû ku ji Ukraynayê ra balafirên jetan bişînin.