> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Pûtîn qanûn pejirand: Guhertina zayendê êdî li Rûsyayê qedexe ye
- URL: https://www.botantimes.com/putin-qanun-pejirand-guhertina-zayende-edi-li-rusyaye-qedexe-ye/
- Published: 2023-07-25T12:20:13.000Z
- Updated: 2023-07-25T12:20:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, kanun, moskova, Putin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Rûsyayê qanûna qedexekirina emeliyatên guhertina zayendê û dermankirina hormonan ji aliyê serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ve hat erêkirin û ket meriyetê.

Qanûna ku li welêt ketiye merîyetê, rastî rexneyên bijîşk û ​​parêzvanên mafên mirovan tê.

Doktor û parêzvanên mafên mirovan, ji ber astengkirina xwegihandina alîkariya tibbî ya kesên nasnameyê wan yên zayendî cûdatir in ji yên biyolojîk û ji ber binpêkirina mafê tayînkirina qedera xwe rexne li biryara hikûmetê girtin.

Herwiha qanûn zewaca wan kesan jî betal dike yên ku piştî guhertina zayendê zewicîne.

Biryara ku rastî rexne û nerazîbûnan hatiye, li ser malpera fermî ya hikûmetê hatiye weşandin û ketiye merîyetê.