> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Qedexeyên roja hilbijartinê hatin ragihandin
- URL: https://www.botantimes.com/qedexeyen-roja-hilbijartine-hatin-ragihandin/
- Published: 2023-05-05T07:21:04.000Z
- Updated: 2023-05-05T07:21:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê (YSK) ragihand ku roja 14ê Gulanê heta seat 21:00an ragihandina encamên hilbijartinê qedexe ye.

Her wiha roja hilbijartinê ji seat 06:00an heta 24:00an firotina alkolê jî hat qedexekirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK), qedexeyên roja hilbijartinê ragihandin. Li gor biryarê roja hilbijartinê heta seat 18:00an li ser medyayê derbarê encamên hilbijartinê de ragihandina pêşbînî û nirxandinan qedexe ye û heta demjimêr 21:00 ragihandina encaman qedexe ye.

**Qedexeyên hatine ragihandin wiha ne:**

> 1- Roja dengdanê heta seat 18:00 li ser radyo û hemû corên weşanan derbarê hilbijartin û encaman de belavkirina nûçe, pêşbînî û nirxandinan qedexe ye.  
>  
> 2 – Di navbera seat 18:00 û 21:00 li ser radyo û di hemû qenalan da tenê nûçe û zanyariyên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve tên belavkirin, dikare bên weşandin.  
>  
> 3 – Piştî seat 21:00 hemû weşan serbest in, lê dema pêwîst bê dîtîn Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dikare pêş seat 21:00 jî biryar bide.  
>  
> 4 – Ji bilî hêzên emnî hilgirtina çekê li cihên niştecîhbûnê qedexe ye.  
>  
> 5 – Roja hilbijartinê dê hemû kargehên wek qehwexane, çayxane û kafeyên înternetê girtî bin.  
>  
> 6 – Li cihên xwerinê wek restorant û xwaringehan tenê dê xwarin bê dayîn.  
>  
> 7 – Roja hilbijartinê şahî piştîseat 18:00 serbest in.  
>  
> 8 – Eger hilbijartina serokkomariyê bimîne gera duyem, dê heman rêkar bo 28ê Gulanê jî bên cîbicîhkirin.  
>  
> 9 – Li navçe û navendên bajaran di her sindoqekê de dê 360-380 kes deng bidin. Li gundan eger hejmara dengderan 400î derbas neke, dê tenê li sindoqekê deng bê dayin.