> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Qedexeyên tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê hatiye ragihandin
- URL: https://www.botantimes.com/qedexeyen-tura-duyem-a-hilbijartina-serokkomariye-hatiye-ragihandin/
- Published: 2023-05-27T13:03:49.000Z
- Updated: 2023-05-27T13:03:49.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîye (YSK) qedexeyên tûra duyem a hilbijartina serokkomarîya Tirkîyeyê ragihandin.

Qedexeyên propagandeyê dê îro (şemîyê) di seat 18:00an da destpê dike û heta sibe seat 21:00an berdewam bike.

Her wiha qedexeyên roja hilbijartinê jî 28ê Gulanê demjimêr 06:00 destpê dikin û dê heta seat 24:00an berdewam bikin wiha ne:

1- 28ê Gulanê firotina vexwarinên bi alkol ji demjimêr 06:00 heta demjimêr 24:00 qedexe ye.

2- Roja hilbijartinê dê qahwexane, kafeyên înternetê û cihên giştî girtî bin û tenê li xwaringehan dê xwarin bê dayîn.

3- Dikarin dawetan piştî demjimêr 18:00an bikin.

4- Li cihên nîştecihbûnê ji derveyî hêzên emnî kes nikare çekê hilbigre.

5- Qedexeya propagandeyê 27ê Gulanê demjimêr 18:00 destpê dike û dê 24 demjimêran berdewam be. Roja hilbijartinê jî heta hemû sindoq neyên girtin divê propaganda, nûçe û weşan neyên kirin.

6- Roja hilbijartinê di navbera demjimêr 18:00 û 21:00an de tenê daxuyaniyên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) tên weşandin û belavkirin.

7- 28ê Gulanê piştî seat 21:00an dê qedexeya weşanê bê rakirin.