> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Qêrînek di gewriya şevê de" derket!
- URL: https://www.botantimes.com/qerinek-di-gewriya-seve-de-derket/
- Published: 2024-10-11T08:29:02.000Z
- Updated: 2026-05-17T20:12:40.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Edebiyat, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanxaneya Avestayê kitêba Eta Nehayî ya bi navê "Qêrînek di gewriya şevê de" weşandiye. Wergêr û [nivîskarê Botan Timesê Rizgar Elegez](https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/rizgar-elegez-2.html)î ji Soranîyê kiriye Kurmancî.

Danasîna kitêba ji kurteçîrokan pêk tê bi van gotinan hatiye kirin:

> Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka  
> kurdan derketine. Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş, fikar û  
> şikestinên însanî dihewînin. Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa  
> Edgar Allan Poe bike. Ew derûna bi şik û qilqilîn ya di hundirê karakter yan vegêr de,  
> xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole, evana di çîrokên  
> Nehayî de jî tesîrdar in. Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de.  
> Lê belê mînakên der barê derûna nivîskariyê û afirandinê jî hene ku di edebiyata cihanê  
> de jî bûye ciyê serêşiyê. Wekî Mirina Nivîskar yan Monodramaya Çavnihêriyê; ev  
> nimûne dubendiya jiyana hunerî û nivîskariyê bi awayekî teatral jî tên xwendin.

[Ji bo kirîna kitêbê bitikîne](https://www.avestakitap.com/qerinek-di-gewriya-seve-de?ref=botantimes.com)