> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Qiralîya Yekbûyî dê derîyê xwe li "koçberên neqanûnî" bigire
- URL: https://www.botantimes.com/qiraliya-yekbuyi-de-deriye-xwe-li-kocberen-neqanuni-bigire/
- Published: 2023-03-05T12:54:32.000Z
- Updated: 2023-03-05T12:54:32.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokwezîrê Qiralîya Yekbûyî Rishi Sunakî diyar kiriye ku ew dê rê li ber koçberên neqanûnî bigirin.

Li gor [nûçeya](https://www.rudaw.net/kurmanci/world/05032023?ref=botantimes.com) Rûdawê serokwezîr, Rishi Sunak îro Yekşemê di hevpeyvîneke bi medyaya welatê de ragihandiye ku ew ê roja Sêşemê qanûneka nû ya koçberiyê ragihînin. Armanca wê qanûnê rêgiriya koçberan e.

Rishi Sunakî diyar kiriye ku Wezareta Navxweyî bi hevahengiya wezaretên peywendîdar qanûnek amade kiriye û got, “Mijara koçberên neqanûnî yek ji karên min ên pêşîn e û min soz da ku dawî li hatina koçberên derqanûnî bînim û ez li ser soza xwe bi israr im.”

Wêne: Malpera Serokwezîrîya Qiralîya Yekbûyî