> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rafael Nadal dê ji tenîsê teqawîd bibe: 'Biryareka zehmet bû'
- URL: https://www.botantimes.com/rafael-nadal-de-ji-tenise-teqawid-bibe-biryareka-zehmet-bu/
- Published: 2024-10-10T15:03:14.000Z
- Updated: 2024-10-10T15:03:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Spor, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Rafael Nadal ê 38 salî ragihandiye ku ew ê piştî Fînala Kupa Davîsê ya meha bê ji tenîs-lîzîya profesyonel teqawîd bibe.

Nadal xwediyê 22 xelatên "grand slam"ê ye. Ew di lîsteya "serkeftîyên hemî deman" a mêran de li pey Novak Djokovic (24 xelat) cih digire.

14 ji van xelatan li Roland Garrosê qezenc kiriye. Li vê pêşbirkê rekoreka wî bêhempa bû: 112 serkeftin û 4 têkçûn.

> Mil gracias a todos   
> Many thanks to all  
> Merci beaucoup à tous  
> Grazie mille à tutti  
> 谢谢大家  
> شكرا لكم جميعا   
> תודה לכולכם  
> Obrigado a todos  
> Vielen Dank euch allen  
> Tack alla  
> Хвала свима  
> Gràcies a tots [pic.twitter.com/7yPRs7QrOi](https://t.co/7yPRs7QrOi?ref=botantimes.com)
> 
> — Rafa Nadal (@RafaelNadal) [October 10, 2024](https://twitter.com/RafaelNadal/status/1844308861492318594?ref%5Fsrc=twsrc%5Etfw&ref=botantimes.com)

Nadal dibêje: "Ev helbet biryareka zehmet e. Min demek dirêj da xwe ku vê biryarê bidim. Lê di vê jiyanê de her tiştî destpêkek û dawîyek heye. Ez bawer dikim, niho wextê minasib e ku dawîyê li kariyereka dirêj bînim. Karîyera ku ji ya min texmîn dikir serkeftîtir bû."

Nadal dê di Fînala Kupa Davîsê de li Malagayê li pêşberî temaşevanên xwe dawîyê li kariyera xwe bîne. Ev pêşbirk di 19ê Çirîya paşînê de dest pê dike.

---

Çavkanî: The Guardian, Botan Times, Tumaini Carayol, Hesabê Nadalî yê Xyê