> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ranêzikiya Saziya Zimanê Tirkî ya li Kurd û Kurdî
- URL: https://www.botantimes.com/ranezikiya-saziya-zimane-tirki-ya-li-kurd-u-kurdi/
- Published: 2024-05-27T06:57:43.000Z
- Updated: 2024-05-27T06:57:43.000Z
- Author: Zana Farqînî
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, asîmîlasyon, Ataturk, CHP, DIYARBEKIR, feheng, ferheng, ferhenga kurdî, Güneş Dil Teorisi, kemalîst, Kurd, Kurdî, Türk Tarih Tezi, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye.**

**\*\*\***

Di sala 2006’an de min bi navê “Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li Dijî Zimanê Kurdî” gotarek nivîsîbû û di kovara Zendê “rêzepirtûk 4” ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatibû weşandin. Min meraq kiribû bê ka ev sazî di ferhenga xwe de madeyên kurd û kurdî çawan pênase dike û her wisan çima cih nade peyvên ji kurdî ketine zimanê tirkî ku aşkera dikin ji bîst û çar zimanan peyv ketine tirkî lê kurdî di nav wan de nîn e û min rexne li helwesta wan girtibû.

Saziya Zimanê Tirkî (TDK) di sala 2014’an de Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî çap kir. Îcar wê demê hem pêvajoya çareseriyê hebû hem jî Tirkiye ji bo bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê hin qanûnên xwe diguhartin û siyaseta xwe ya li hemberî kurdan piçek nerm dikir.

Min hez kir ez ji nû ve û bi awayekî sînorkirî li ser ranêzikiya wê ya li kurd û kurdî binivîsim.

Ev saziya zimanî ya navborî heta niha 12 caran Ferhenga Tirkî çap kiriye û her çap ji ya din berfirehtir e. Ferheng cara pêşîn di 1945’an de û cara dawî jî di sala 2023’yan de hatiye weşandin.

Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye. Jixwe di Ferhenga Tirkî de hîç behsa peyvên ji kurdî ketine nav zimanê tirkî nayê kirin. Carinan li ber peyvên kurdî wekî “kalıç” kurtebêjeya *hlk* (di divoka gel de) hatiye danîn. Ev “kalıç” jî “qalûç”a me ye û şêweyên *kalûç, qalûçik, qalûçk, qalûj* û *qalûnç* guhartoyê wê û *şalok, kasok, dasok, dasgenim, dasa dexilê* û *dasa palehiyê* jî hemwateyên wê ne.

Çendî helwesta wê çi qas diçe piçek nerm bûbe jî (wekî çapkirina ferhenga Kurd-Tirkî û Tirkî-kurdî), lê belê zêhniyet eynî ye. Ji bo mebesta vê saziyê baş bê fehmkirin, em çend mînakan pêşkêş bikin. Wek nimûne, di çapa pêncemîn (1969) a ferhenga vê saziyê de, li hemberî madeya kurd (Kürt) ev gotin hene: *“Navê wê civatê ye ku pirî wan tirk in, lê belê wan zimanê xwe guhartiye, bi farisiyeke xerab diaxivin û li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn û kesê ji vê civatê.*” Her wiha, di heman çapê de, li hemberî peyva kurdî (kürdi) jî ev daxuyanî hene: *“* **1.** *Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve* **2.** *Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.”* Ji bo peyva kurdî (Kürtçe) jî tenê tebîra “*Zimanê kurdî*” cih girtiye.

Li gorî saziyê, kurd ne gel an netewe lê civatek e û bi binyad û reseniya xwe ve jî tirk in, lê wan zimanê xwe ji bîr kiriye û îroj bi farisiyeke şikestî û bed dipeyîvin.

Di çapa heştan a sala 1988’an de, peyva kurd (Kürt), wiha hatiye şirovekirin: “*Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê.”* Ji bo berginda peyva kurdî (kürdi) jî ev ravekirin hene: **1.** *Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve* **2.** *Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.”* Balkêş edi vê çapa hanê de bêjeya kurdî (Kürtçe) tune ye. Tenê mirov dibîne wa di vê çapê de helwesta saziyê ya li dijî peyva kurd hinekî nerm bûye û negotiye “kurd bi binyada xwe tirk in û zimanekî col ê şikestî bi kar tînin.” Kurd, wek civateke li Asyaya Pêş hatiye diyarkirin.

Di çapa 2005’an a ferhengê de lênêrîn û ramana saziyê ya der heqê “kurd”, “kurdî” û zimanê kurdî de neguheriye. Ji bo kurd (Kürt) pênaseya *“Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê”*hatiye kirin. Her wihaji bo kurdî (Kürtçe) *“Zimanî kurdî”* û ji bo kurdî (kürdi) jî *“* **1.** *Di muzîka klasîk a tirkî de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve* **2.** *Meqamekî ku li ser perdeya dugahê ye”*hatiye gotin. Lê pênaseya “kurdî” ya meqamekî muzîkê bûye “*muzîka klasîk a tirkî…”* Îcar di çapa 11’an a 2011’an de tenê di madeya kurdî (Kürtçe) de pênase guheriye: **1.** *Zimanê ku kurd bi kar tînin* **2.** *Tiştê bi vî zimanî hatiye nivîsîn.*

Çapa nû (2023) ya Ferhenga Tirkî li ber destê min nebû, loma min bala xwe da ferhenga Saziya Zimanî Tirkî (TDK) ya online. Di wê de jî heman rewş didome û wekî çapa 11’an tarîfa kurd, kurdî û zimanê kurdî hatiye kirin.

Min bala xwe da pêşgotina Serokê Saziya Zimanê Tirkî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî, bê ka ji bo zimanê kurdî çi dibêje. Wî di pêşeka xwe de diyar kiriye zimanê kurdî li Bakurê Iraqê, Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Rojavayê Îranê û li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoliyê tê axaftin. Li Tirkiyeyê zaravayên kurmancî û zazakî tên bikaranîn û hejmara axêverên kurdî piştî tirkî di rêza diduyan de ye û ev ferheng jî destdana hev a du zimanan e ku di nav hev de dijîn.

Çendî di pêşgotina vê ferhengê de feraseteke nû û nerm bixuye jî, lê zêhniyeta giştî neguheriye .Kurd ne wek gel û netewe û kurdî jî ne wekî zimanekî asayî ya xwedî maf û statu heye. Hiyerarşî berdewam, biçûkdîtin û kêmxistin jî her didome.

Tirkiye xwe wek netewe-dewlet li ser tekperestiyê (monîzmê) ava kiriye û giranî daye ser ziman û dîrokê. Hem Saziya Zimanê Tirkî hem Saziya Dîroka Tirkî hem jî Partiya Gel a Komarê (CHP) ji aliyê Ataturk ve hatine damezirandin û wî parekeke giring ji mîrata xwe jî ji wan re hiştiye. Meseleya Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û Teza Dîrokê ya Tirkî (Türk Tarih Tezi) jixwe aşkera ye bê çawan tirkî dike bingeha hemû zimanan û dîroka tirkî jî dike hîmê hemû şaristaniyan. Bi kurtasî, li gorî van tezan tirk û tirkî binyada her tiştî ne.

Ji van saziyan rola du heban ew e da di warê teorîk de îdeolojiya fermî ya kemalîst xurt bike, zemîn jê re xweş bike, û bergeh wê fireh û tesîra wê zêde bike. Herçî rola CHP’yê ye jî di warê pratîka de pêkanîna îdeolojiya fermî ye û domandina vê ferasetê ya li ser monîzmê ye.

Asîmîlasyon ne tenê qedexekirina ziman û helandina kom û gelên ji nijadên cuda ye. Ev siyaset tenê zimanên gel û komên etnîkî yên cuda bi wan nade jibîrkirin, rastiyan berevajî dike, bi hiş û mêjiyan dileyîze, wan bêbinyad dike, xwebûna wan ji wan distîne, wan di nav etnîsîteya serwer de dişêwîne û nasnameyeke nû li wan disepîne. Bi kurtasî, bi çalakî û xebateke welê dike ku ew gel û neteweyên din ên bindest xwe binimînin ango bişibînin serwerên xwe û bi vê sepanê dev ji xwe, ji esil û binyada xwe berdin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin û bi her awayî bibin yek ji neteweya serwer û “dilşad” bibin. A çerxa asîmîlasyonê wiha bi ger dikeve, çeşîdî û pirrengiyê dikuje û armanca wê ew e civakeke ji ferdên homojen biafirîne.Vê jî bi hemû kes, sazî, damezirewa, partî û rêxistinên xwe yên girêdayî îdeolojiya fermî pêk tîne.