> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rapora binpêkirina mafên LGBTÎ+yan ya meha Hezîranê hat weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/rapora-binpekirina-mafen-lgbtiyan-ya-meha-hezirane-hat-wesandin/
- Published: 2024-07-08T14:23:55.000Z
- Updated: 2024-07-08T14:23:55.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li gorî rapora nû ya Komeleya Kaos GLyê, binpêkirinên mafên LGBTÎ+yan yên Tirkiyeyî ji ber Meşên Rûmetê yên meha Hezîranê zêde bûne.

Rapora "Di meha Hezîranê de Binpêkirinên Mafên LGBTI+yan" ya ku ji Komeleya Kaos GLyê Defne Guzelê amade kiriye, îro hat weşandin.

Di raporê de bal kişandine ser binpêkirinên mafan û cezayên qanûnî yên li dijî LGBTÎ+yan ên ku di Meşên Rûmetê yên meha Hezîranê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin lidarxistin.

Rapor bi sernavên, "Bîlançoya Meha Rûmetê", "Binpêkirin", "Hedefnîşandan" û "Rewşa Dozan" hatiye amadekirin. Mijarên di raporê de derketine pêş weha ne:

## Bîlançoya Meha Rûmetê

- **Meşa Rûmetê ya Eskîşehîrê:** Daxuyaniya çapemeniyê û Meşa Rûmetê ya ku diviyabû di 9ê Hezîranê de li ber Bîrdariya Ûlûsa Eskîşehîrê bihata kirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 10 aktîvîstên LGBTÎ+ yan hatin desteserkirin. Ji wan 4 bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin şandin. Lê belê hemû aktîvîst serbest bûn.
- **Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê:** Walîtiya Stenbolê meş qedexe kir û gotina "komên derqanûnî" bikaranî û rê girtin. Tevî qedexeyan jî 22emîn Meşa Rûmetê ya Stenbolê di 30ê Hezîranê de hat lidarxistin. Di encamê de 15 kes hatin desteserkirin û bi şev serbest hatin berdan.
- **Meşa Rûmetê ya Transan a Stenbolê:** Walîtiya Stenbolê beriya 10emîn Meşa Rûmetê ya Transan rawestgehên metroyê girt.
- **Meşa Rûmetê ya Enqereyê:** Di 12ê Hezîranê de çalakvanên LGBTI+ tevî astengiyên polîsan meşiyan.

## Binpêkirinên mafan

**Sansurkirina Sonda Doktoran:** Li Enqere, Bolu û Orduyê gotina "meyla zayendî" hat qedexekirin, xwendekaran protesto kirin.

**Li Eregliyê Tacîza Polîsan:** Li Eregliya Zonguldakê polîsan derbarê 2 kesan de lêpirsîn da destpêkirin.

**Li Meclîsê Çenteyê Bi Rengê Keskesor Hat Astengkirin:** Di serdana Meclîsê de çenteyên bi rengê keskesorê hat astengkirin.

**Li Bursayê Plaj Hat Girtin:** Li Karacabeyê plaja jinan hat girtin.

**Qedexekirina Lîstikên Dîjîtal:** Lîstikên bi navê Tell Me Why Dragon Age ji ber naverokên LGBTI+yan hatin qedexe kirin.

**Transfobiya li LC Waikikiyê:** Karkera jin a trans ji kar hat derxistin.

**Êrîşî Mika Raunê kirin:** Jina trans Mika Raunê rastî êrîşê hat.

![](https://static.bianet.org/2024/07/adsiz-tasarim-2024-07-08t151347-805.jpg)

## Hedefnîşandan

- **Komeleya Jinan a Komarê, Akit, Platforma Malbata Mezin:** LGBTI+ hedef girtin.
- **Serokê Meclisê:** Serdana Platforma Malbata Mezin qebûl kir û LGBTI+ wek ji rê derketî bi nav kir.
- **Kovara ku Piştevaniya wê Diyanet dike:** LGBTI+ hedef girtin.
- **Serokomar:** Kêmbûna rêjeya çêbûna zarokan bi LGBTÎ+yan ve girêda. [Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat27 Hezîran 2024](https://bianet.org/haber/di-40emin-danisina-doza-ahmet-yildize-de-careke-din-edalet-pek-nehat-296903?ref=botantimes.com)

## Doz

**Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya ji bo Kayayê:** Ji bo aktîvîsta mafên LGBTI+yan Efruz Kayayê ku di sala 2019an de xwestibû nûçeyên cudaxwaz were astenkirin, biryara erênî hat dayîn.

**Doza Ahmet Yildizê:** Danişîna 40emîn a di 27ê Hezîranê de pêk hat. Danişîn taloqî 17ê Nîsanê kirin.