> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rapora Spectrum Houseyê: Bo hilbijartinên parlementerîyê ji sedî 47 DEM Partî
- URL: https://www.botantimes.com/rapora-spectrum-houseye-bo-hilbijartinen-parlementeriye-ji-sedi-47-dem-parti/
- Published: 2024-09-05T10:31:42.000Z
- Updated: 2024-09-05T10:31:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Polîtîka, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Spectrum House, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Spectrum Houseyê, derbarê *Meyla Dengdêrên Kurd û Pîvana Performansa Wan* da, raporek belav kir.

Rapor 12 û 13yê Tebaxê li 12 bajaran hatîye amadekirin.

Ev pirs ji dengdêrên kurd hatine kirin: Em bibêjin, heke îro hilbijartin çêbibe tu dê dengê xwe bidî kê? Tu piştgirîya kîjan serokên sîyasî dikî? Hêvî û daxwazên we ji partîyên sîyasî çi ne?

Li bakurê Kurdistanê li van bajaran rapor hatîye amadekirin: Agirî, Intab, Bingol, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex û Wan. Ji ber ku nifusa kurdan li Stenbol, Enqere û Mêrsînê jî zêde ye li wan deran jî ew pirs hatine kirin û li raporê hatîye zêdekirin.

Beşdarên lêkolînê ji %53,8 mêr in, ji %46,2 jî jin in.

Çend dane ji raporê bi vî rengî ne.

**Ji beşdaran hatîye pirsîn; Em bêjin heke îro hilbijatinên serokkomarîyê çêbin tu dêdengê xwe bidî kê?**

Ji %46,8 Selahattin Demirtaş, ji %18,7 Recep Tayyip Erdoğan, %8,8 Ekrem İmamoğlu, ji %4,6 Özgür Özel û %3 Mansur Yavaş

**Em bêjin heke îro hilbijatinên parlementerîyê çêbin tu dêdengê xwe bidî kê?**

%47 DEM Parti, %16,6 AK Parti, %11,7 CHP, %2,4 YRP, %1,2 Hüda Par

**Bi dîtina we divê hilbijartinên pêşwext bêne kirin?**

Ji %67,1 kesan gotîye divê bêne kirin, ji %27,7 kesan gotîye na bila neyêne kirin.

**Herî zêde ji kîjan serokê sîyasî hez dikin?**

Ji %51,7 ji Abdullah Öcalan, Selahattin Demirtaş û Gültan Kışanak hez dikin, ji %15,3 ji Recep Tayyip Erdoğan hez dikin, ji %9,2 ji Ekrem İmamoğlu hez dikin û ji %21,7 serokekî/ê hez nakin.

Bo agahî, dane û îstatîstên zêdetir derbarê raporê da [bitikîne](https://spectrumhouse.com.tr/kurt-secmen-egilimi-ve-performans-olcumu-raporu/?ref=botantimes.com) an jî ji PDFa jêrî bixwîne.

[kurt-secmen-egilimi](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/09/kurt-secmen-egilimi-1.pdf?ref=botantimes.com)[İndir](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/09/kurt-secmen-egilimi-1.pdf?ref=botantimes.com)