> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Recai Kutan miriye
- URL: https://www.botantimes.com/recai-kutan-miriye/
- Published: 2024-10-07T09:31:03.000Z
- Updated: 2024-10-07T09:31:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Damezrênerê Partîya Seadetê Recai Kutan di 94 salîya xwe de miriye.

## Daxuyanîya Partîya Seadetê

Partîya Seadetê di daxuyanîyeka xwe de gotiye: "Serokê me yê Damezrêner ê Partîya Seadetê, Endamê Desteya Şêwirdarîya Bilind, Serokê ESAMê, Mezinê me yê hêja Recai Kutan gihîştiye dilovanîya Xwedê. Serê miletê me û civaka me sax be."

## Jîyana Recai Kutanî

- Di 5ê Nîsana 1930yî de li Malatyayê ji dayik bûye.
- Di sala 1952yê de ji Fakulteya Avahîsazîyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê mezun bûye.
- Di hilbijartinên 1977ê de ji Partîya Selameta Millî bûye parlamenterê Malatyayê.
- Di hikûmeta koalîsyonê ya 1977ê de wezîrîya avakirinê kiriye.
- Piştî darbeya 12ê Îlonê bi rêveberên dî yên PSMê re 9,5 meh girtî maye.
- Piştî 1983yê bûye alîkarê serokê giştî yê Partîya Refahê û ji Malatyayê bûye parlamenter.
- Di navbera 1996-1997ê de di Hikûmeta 54emîn de wezîrîya enerjî û çavkanîyên xwezayî kiriye.
- Piştî girtina Partîya Refahê, bûye serokê giştî yê Partîya Fezîletê ya nû hatî avakirin.
- Di hilbijartinên giştî yên 1999ê de ketiye Meclisê.
- Piştî girtina Partîya Fezîletê, di sala 2001ê de bûye yek ji damezrênerên Partîya Seadetê û bûye serokê giştî yê damezrêner.
- Piştî hilbijartinên giştî yên 2007ê, di 26ê Cotmeha 2008ê de di Kongreya 3yemîn a Asayî de wezîfeya serokîya giştî radestî Numan Kurtulmuş kiriye.

Çavkanî: Gazeteduvar