> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# “Rêhevalên Jîna Amîniyê” bi fîlmekî anîmasyonê piştgiriya YSPyê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/rehevalen-jina-aminiye-bi-filmeki-animasyone-pistgiriya-yspye-kiriye/
- Published: 2023-04-15T08:29:06.000Z
- Updated: 2023-04-15T08:29:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunermend û jinên îranî, ji bo Partiya Çep a Kesk fîlmekî anîmasyonê amade kiriye.

Hunermend û jinên îranî, ji bo di hilbijartina 14ê Gulanê da piştgiriyê bidin Partiya Çepa Kesk (YSP) fîlmekî anîmasyonê amade kiriye.

Di fîlmê anîmasyonê da jinek ji peleke darê dixuliqe û aleke binefşî di deste wê da ye. Heman jin di nava jinan da dimeşe ku slogana “Jin jiyan azadî” berz dikin. Jin bi tilîliyan li beramberî hêzên rejîmê disekine, paşê ber bi darê baz dide ku hemû pelên wê şîn dibin.

“Em rêhevalên Jîna Amînî ne”

Di anîmasyonê da heman dar dibe logoya Partiya Çepa Kesk û li ser darê kewek difire.

> [](https://twitter.com/disadisaem/status/1646791254942916614?t=RkzaSxLTSN8DSDJAyLsLCA&s=19&ref=botantimes.com)

Çavkanî /bîanetkurdî