> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rênas Jiyan ‘helbest’an nanivîse, ‘şiîr’an didoşe
- URL: https://www.botantimes.com/renas-jiyan-helbestan-nanivise-siiran-didose/
- Published: 2023-08-01T13:46:26.000Z
- Updated: 2023-08-01T13:46:26.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, Helbest, helbesta modern ya kurdî, helbestkar, helbestvan, Kurd, Kurdî, Omer Faruk Baran, Rênas Jiyan, şiir, ş&#039;ir, şa&#039;ir, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**A ku nabe û nayê qebûlkirin terz û ferza şairekî ye ku radibe peyveka bi xêr û xatir ya tarîxa edebîyatê red dike, mîna mekanîzmaya dewletan pê li xurûra wê dike û yên li pey wê erzan û nezan dihesibîne.**

**\*\*\***

Şairê şiîra modern ya Kurdî Rênas Jiyan di [nivîseka](https://xwebun1.org/helbest-u-sir/?ref=botantimes.com) xwe de, ku Temûza 2023yan li Xwebûnê hatiye weşandin, dibêje peyva *helbest*ê azadî ye, evîn e, şoreş e, demokrasî ye, lê peyva *şi'r*ê, xulamtî ye, hengame ye, egoîzm e û bindestî ye û wê peyvê dike wekî peyveka heram ku ji devê Ereban, Farisan û Tirkan derketiye.

Rênas Jiyan ewên ku bi gotin û nivîsînê giranîya xwe didin ser *şi'r* û *şair*ê dide ber şûrê *helbest*a xwe û ser wan dibêje ew *dilbijok û sist* in, *bi xwe ne bawer* in û *bêkêr* in; sirf çira ku nabêjin *helbest*, lê dibêjin *şi'r.*

Nola ku Rênas Jiyan bi xwe jî di nivîsa xwe de dide zanîn, *helbest* salên 1990î ketiye zimanê Kurdan û pêş ketiye. Bes pêşketina *helbest*ê çiqas pir be jî ew peyva Rênas Jiyan jê hez dike heqê heqaretê, heqê helwesteka wisa stewr nade wî, gerek nede.  
  
Sala 1994an, Rojen Barnasê ku wek yek ji muhîmtirîn şairê şiîra modern ya Kurdî tê naskirin, di roportajeka *Nûdem*ê de dibêje, *helbest* di Soranî de ji bona kilam, gotinên kilamê tê gotin, lê Kurmancan ew bi şaşî bi mehneya *şi'r*ê girtiye û şixulandiye. ''Helbest ne şi'r e'' dibêje Rojen Barnas, ''şi'r ne helbest e.''  
  
Bi ser de Rojen Barnas sala 2001ê, li kitabeka xwe ya şi'ran di pêşgotinê de dibêje wî di şi'rên xwe de şaşîyek mezin kiriye û bi rîya ferhenga hin peyvên şaş tercûmekirî nivîsîne.  
  
Ji Rojen Barnas wêda, li Yêrêvanê sala 1961an, di çapa yekê ya Qalçîçekê de, ''şiêrêd şayîrê Kurda yî cahil'' hatiye nivîsîn bo kitaba Şikoyê Hesen. Hem di vê kitabê de şiîreka bi navê ''Şayîr'' jî heye ku têda ''tu dengbêjê erş û erda, tu dengbêjê baxçê nûr, tu mêzîna ruhê benda, eşq û şayê, huba kûr..'' hatiye gotin bo şaîran.

*Şiîr*, *şiêr*, *şi'r*. Hîn pir berî van jî *şihr*. Kovara *Hawar*ê sermeselê, sala 1932yan radigihîne ku dengbêj hatine serdana wê û ji wan re *şihr* û beytên xwe xwendine: ''Em biçûk bûn pir nezan bûn, ku mezin bûn cangiran bûn..''

Elbet, bi xeletîyeka meşhûr, bi tercûmeyeka şaş, bes bi qebûlkirineka qewîn peyvek kane were şûna peyveka din keve û ji xwe re derdorekê çêke, eynî nola meseleya *şiîr* û *helbest*ê. A. Bali kane navê antolojîya xwe *Antolojîya Helbestvanên Kurd* deyne, Arjen Arî kane bo antolojîya xwe bêje *Bakurê Helbestê - Antolojîya Helbesta Bakur* û Rênas Jiyan bi hesabên matematîkê kane navê şiîreka xwe bike *Helbest-Matîk,* dibe, ne ku nabe.

A ku nabe û nayê qebûlkirin terz û ferza şairekî ye ku radibe peyveka bi xêr û xatir ya tarîxa edebîyatê red dike, mîna mekanîzmaya dewletan pê li xurûra wê dike û yên li pey wê erzan û nezan dihesibîne.

Îhtimal heye, îhtimaleka hindik jî be heye, Rênas Jiyan ew *Janya,* ku jisala 1999an vir ve bi navê xwe yê daye kitabê çap li ser çapan derdikeve û ji ya Selim Temo heta ya Arjen Arî di antolojîyan de bi fenomenîya xwe digere, bîr kiribe. Di wê şiîra meşhûr de çinku, Rênas Jiyan, jibo çivîkên çavên Janya ne *helbest*an lê *şiîr*an didoşe.

*çirrek şiîr didoşim ji ewrên spîboz ji bo çivîkên çavên te... xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda... xwezî berxê ji xeynî te bi ti fikaran min tehma hişê xwe xera nekira...*  
  
**Çavkanî**

A. Bali, *Antolojîya Helbestvanên Kurd,* Pelê Sor Yayınları, İstanbul, 1992.

Arjen Arî, *Bakurê Helbestê - Antolojîya Helbesta Bakur*, Evrensel Basım Yayın, İstanbul, 2011.

Selim Temo, *Kürt Şiiri Antolojisi - I. ve II. Cilt, Agora Kitaplığ*ı, İstanbul, 2019.

Rênas Jiyan, *Janya,* Weşanxaneya Belkî, Stenbol, 2018.

Rênas Jiyan, *Diêşiya*, Weşanxaneya Belkî, Enqere, 2020.

Rênas Jiyan, *Helbest û Şi'r,* Rojnameya Xwebûnê,15.07.2023\. Şikoyê Hesen, *Qalçîçek,* Latînezikirina ji Kîrîlî: Ömer Faruk Feyat, Weşanxaneya Nûbiharê, 2020, Stenbol.

Rojen Barnas, *Kadiz,* Weşaxaneya Nûbiharê, 2022, Stenbol.

Rojen Barnas*, Bi Kurmancîya Gewr,* Weşanxaneya Nûbiharê, 2014, Stenbol.

Stig Wikander, *Berhevoka Kurdî,* Weşanxaneya Koral, 1992, Stenbol.