> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Reqîba Twitterê vebû: Threads
- URL: https://www.botantimes.com/reqiba-twittere-vebu-threads/
- Published: 2023-07-06T08:41:51.000Z
- Updated: 2023-07-06T08:41:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, facebook, fotogrfa, mark, mesaj, meta, rakip, Threads, Twîtter, twitter, vide, zurkerberg, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Xwedîyê Facebookê Meta, sepana Threadsê bo bikarhêneran vekir.

Threads û Instagram bi hev re dixebitin ku li gorî pisporan, potansîyela wê aplîkasyonê heye ku bikarhêner piştî guherînên li Twitterê dê hesabên xwe li vê platforma nû ya sosyal vekin.

Avakar û danerê Metayê Mark Zuckerberg ragihand ku di çar seatên ewil da 5 milyon hesab li ser Threadsê hatine vekirin.

[Li gorî nûçeya BBCyê](https://www.bbc.com/turkce/articles/cek1l41vk4xo?ref=botantimes.com) her çend Threads zêdetirî 100 welatan tê bikaranîn jî, Threads hîn jî li welatên Ewropayê ji ber sererastkirina daneyên bikarhênaran nayê bikaranîn.

**Threads çawa tên bikaranîn?**

Bikarhênerên Threadsê wekî Twitterê dikarin li ser vê platformê jî lînk, video, wêne û postên nivîskî parve bikin.

Li ser ekrana sereke ya Threadsê peyam û postên şopîneran tên dîtin. Bikarhêner dikarin hesaba xwe sînordar bikin û şiroveyan di binê postên xwe da binivîsin yan jî hesabên xwe kîlît bikin.

Eger bikarhênerek li ser Instagramê bikarhênerekî/ê din asteng bike, ew di heman demê de li ser Threadsê jî tê astengkirin.