> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rêvebirê Amedsporê: Ji roja ku me navê xwe kir Amedspor êrîş dest pê kirin
- URL: https://www.botantimes.com/revebire-amedspore-diyar-e-ev-ne-nezikatiya-fanatik-a-se-car-ciwanan-e/
- Published: 2023-03-05T20:23:51.000Z
- Updated: 2023-03-05T20:23:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amedspor, AmedsporYanlızDeğildir, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ji Lijneya Birêveberiya Amedsporê Metîn Kılavuz derbarê êrîşên nîjadperest ên di maça Bursasporê de axivî.

Kılavuz got, “Dîyar û eşkereye ev ne nêzîkatiya fanatîk a sê-çar ciwanan e. Provokasyoneke pir amade û bi zanebûne.”

Kılavuz bo bûyerên li Bursayê qewimî ji BBC Turkçe yê re anî ziman ku ji sala 2015an û vir ve tîma wan rastî zextan tên.

> Klavuz dibêje, "Piştî ku klûb navê Amedsporê girt, di qedexekirina temaşevanên derve de rekora Tirkiyeyê tomar kiriye.  
>  
> Amedsporê tu carî tenê bi 11 lîstikvanan nelîstiye. Ji hakem heta rapora çavdêr her kes li dijî wî ye."  
>  
> Metîn Kılavuz

## Çi bibû?

Îro (Yekşem) beriya maça bi Bursasporê re lîstikvanên Amedsporê ji kêleka qadê û ji çeperan rastî êrîşan hatin.

Di dema lîstikê de jî erîşê aligirên Bursasporê berdewam kir.

Her wiha komek aligirên Bursasporê wêneyên Torosên spî û endamên JÎTEMê li stantan vekirin.