> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rizgar Elegez li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/rizgar-elegez-li-botan-timese-ye/
- Published: 2023-06-23T18:29:04.000Z
- Updated: 2023-06-23T18:29:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Şair û nivîskar Rizgar Elegez li Botan Timesê ye!

Şair Rizgar Elegez dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Nivîsa ewil ya Rizgar Elegez dê di demeka nêzîk da li Botan Timesê bê weşandin.

**Rizgar Elegez kî ye?**

Şa'ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir.

Wekî *pêşnivîskarî* di sala 2011an di kovara W û Çirûskê da bi navê *Hêvî Ronî*, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê *Dibistana Frankfurtê* da nivîsî.

Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi'irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê *Havîna Li Serfêza Behrê* di sala 2018an da di beşa şi'irê da *Xelata Edebiyatê ya Ehmedê* *Xanî* wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn.

**Berhemên wî yên çapbûyî:**

*Hibra Sor*, helbest, Lîs, 2015.

*Havîna Li Serfêza Behrê*, helbest, Dara, 2018.

*Xunçeyên Heyamê*, helbest, Avesta, 2020.

**Werger**:

*Hawar*, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.