> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ - Roja 14emîn ya erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/roja-14emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-19T07:26:49.000Z
- Updated: 2023-02-19T07:26:49.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/DSC00424.jpg)

Pîştî erdhêjên bi navenda Mereşê çêbûn hejmara kesên jîyana xwe ji dest da jî rojana bilind dibe.

Li gorî daneyên herî dawî ku ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin 40 hezar û 642 kesan jiyana xwe ji dest daye.

## 1772 cenaze ji Tirkiyeyê şandin Sûriyeyê

> Navenda Mafê Mirovan ya Surîyeyê ragihand ku termên hezar û 772 penaberên ku di erdhejên li Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane şandin Sûriyê.  
>  
> 13:30

## Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyan warên xwe

> Wezîrê Parastina Neteweyî Akar dîyar kir ku,piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyan warên xwe." daxuyanî da.  
>  
> Wezîr Akar got, "Hin ji planên îxlal û fesadiyê îdiayên 'ji sînoran hatina penaberan' hatin kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in."  
>  
> 12:10

## Li Mereşê erdhej çêbû

> Resetxaneya Kandîlliyê daxuyand ku li navçeya Goksun a Mereşê bi pileya 5,3 erdhej çêbûye. Erdhej li gelek bajar û navçeyan hat hîskirin.

## Jinên ji karesatê rizgar bûne: 'Pêdiviyên me nayên bicihanîn, em xwe ewlehîyê de hîs nakin'

> Gelek jinên ku ji erdheja ku li 10 bajarên Tirkiyeyê qewimîn xilas bûn, piştî karesatê yekser ji ber "korbûna zayendî" ya alîkariyê gazinan dikin. hinek di stargehên qelebalix de dijîn û ji ewlekariya xwe û zarokên xwe ditirsin.

## Rasatxaneya Kandîlî eşkere kir

> Rasatxaneya Kandîllî dîyar kir ku, Erdheja di saet 04:17an de bi 3 lerzê pêk hat û zêdetirî 80 saniyeyan berdewam kir.

## Pispor piştî erdhejên li 10 bajaran hişyariya nexweşiyên enfeksiyonê didin

> Prof. Dr. Yavuz got, "Piştî van hefteyan ji ber kêmasiya binesaziyê divê em di warê nexweşiyên enfeksiyonê û belavbûnê de pir baldar bin. Ji bo em hemû amadekariyan biqedînin ev hefte hefteyek pir krîtîk e. Derfeta me heye ku bindestkirin.