> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ-Roja 10emîn ya erdhêjê: Hêvî hêj heye!
- URL: https://www.botantimes.com/roja-9emin-ya-erdheje-hevi-hej-heye/
- Published: 2023-02-15T08:05:19.000Z
- Updated: 2023-02-15T08:05:19.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, deprem, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

https://open.spotify.com/episode/33vJkKT77QLaZvRj0wWFO5?si=9FOiyvoeQF-DwxmwkkfaAA

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Li gorî daneyên herî dawî 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin 195 hezar û 962 mexdûrên karesatê ji herêmê bo

parêzgehên din hatine veguhestin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/DSC00422.jpg)

## Kiliçdaroglu: Bi zanebûn leşkeran neşandin

> Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku hikûmet bi zanebûn leşkeran neşandiye herêma erdhêjê.

## Wezîr Kurum: 50 hezar û 576 avahiyên ku divê bi lezgînî bên hilweşandin hene

> Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniye Murat Kurum dîyar kir ku li gorî tesbîtên heta niha 50 hezar û 576 avahî hene ku divê bi lezgînî bên hilweşandin.  
> Wî anî ziman ku li herêma erdhejê xebatên tesbîtkirina zirarê dewam dikin û heta niha 387 hezar û 346 avahî hatine lêkolînkirin.  
>  
> Hat diyarkirin ku 279 hezar û 655 avahî sivik zirar dîtine yan jî zirar nedîtine.  
>  
> 13:09

## Soylu: Li Antakyayê ji her 2 malan yek wêran e

> Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Mereşê civîna çapemeniyê li dar xist û got, "Li Antakyayê ji her 2 malan yek wêran dibe."  
>  
> 11:09

## Wezîrê Derve yê Ermenîstanê dê bê Tirkiyê

> Wezîrê Derve yê Ermenistanê Mîrzoyan bo başkirina têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê îro serdana Tirkiyê dike.  
>  
> 11:00

## Yekem karwanê alîkariyên NYyê ji deriyê sînorî derbasî Sûriyê bû

> Karwana alîkariyê ya yekem a Neteweyên Yekbûyî ji deriyê sînorî yê nû vebû derbasî Suriyê bû.  
>  
> 10:00

## 3 hezar û 170 erdhejên din jî çêbûn

> Her wîha li gor daneyên AFADê hat gotîn ku li herêma erdhêjê 3 hezar û 170 erdhejên din jî çêbûne.

## 2 hezar avahî hilweşiya

> Li Semsûrê û li navçe û gundên wê nêzî 2 hezar avahî hilweşiyane. Li gorî daneyên ewil zêdetirî 8 hezar avahî jî wekî avahiyên zêde xesar dîtine hatine tespîtkirin

## Li Semsurê di seata 222an de 2 kes hate rizgarkirin

> Li bajarê Semsurê ku bi erdhêjê wêran bê hê jî welatî ji bin kavilan bi saxî tên rizgar kirin.  
>  
> DI roja 9'an a erdhejê de, li Semsûrê li Taxa Alîtaşiyê Fatma Gungor a 77 salî bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin.   
>  
> Zarokê 12 salî Berat Yucel pişti 9 rojan hate xelaskirin.