> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rojên Ma Musicê bi dawî bûn
- URL: https://www.botantimes.com/rojen-ma-musice-bi-dawi-bun/
- Published: 2023-06-12T08:32:29.000Z
- Updated: 2023-06-12T08:32:29.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

5emîn Rojên Ma Musicê ya ku 7ê Hezîranê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Bernameya îsal bi diruşmeya “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin” dest pê kiribû.

Şagirtên Zarok Ma û Ma Musicê di 4 rojan da huner û performansên xwe bo beşdaran pêşkêş kirin.

Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar dibêje ku ew dixwazin piştî 50 salan jî hunera xwe bigihînin zarokên vî welatî.

Bernameya Ma Musicê bi gotina stranên gelerî û bi dayîna dîplomeyan bi dawî bû.