> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rojnameger Dicle Müftüoğlu hat berdan
- URL: https://www.botantimes.com/rojnameger-dicle-muftuoglu-hat-berdan/
- Published: 2024-02-29T11:20:22.000Z
- Updated: 2024-02-29T11:20:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hevseroka DFGyê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dicle Müftüoğlu hat berdan.

Danişîna doza Dicle Müftüoğluyê hat lidarxistin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgerî xwest rewşa girtî bidome û şandeya dadgehê biryara tehlîyeyê da

Müftüoğlu 29ê Nîsana 2023yan di encama biserdegirtina malê da hatibû desteserkirin û 3yê Gulanê di Roja Rojnamegeran a Cîhanê da bi hinceta endamtîya rêxistinê hatibû girtin.

Danişîna wê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ew bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin.

Müftüoğlu li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) te li danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn.

Temsîlkarê RSFyê û raportorê medyaya azad yê Bianetê Erol Önderoğlu:

Sedat Yılmaz bereat kir û herçiqas Dicle Müftüoğlu di bin kontrola edlî da be jî, ev geşedan û tehliyekirina wê ya îro bo me cihê dilxweşîyê ye. Lêbelê heta ku rê li ber telîmatên sîyasî û karîgerîyên li ser darazê neyê girtin, em neçar in rûbirûyî van mînakên dilnexweş yên wekî desteserkirina parêzvanên mafan û rojnamegeran bên ku ji ber sedemenên konjonkturel û rewşa sîyasî diqewimin. Par, li Tirkîyeyê 49 rojnamegeran herî kêm rojekê li girtîgehan derbas kirîye, heke em vê yekê li ber çavan bigirin, heta daraza serbixwe û dewleta hiquqî bi temamî neyê tehsîskirin dê dawî li şik û gumanên me neyê. Heke rojnamegerek, ji ber îfadeyên nîvco/bêserûber yên şahidekî aşkera an jî veşartî hat desteserkirin û bi mehan bêyî ku dengê xwe bigehîne çi kesê li girtîgehê ma, ma kî dê xwe di nav ewlehîyê da hîs bike?