> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Rojnamegerên ku li Wanê hatibûn desteserkirin piştî 3 rojan serbest bûn
- URL: https://www.botantimes.com/rojnamegeren-ku-li-wane-hatibun-desteserkirin-pisti-3-rojan-serbest-bun/
- Published: 2024-03-01T10:40:26.000Z
- Updated: 2024-03-01T10:40:26.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr, Lokman Gezgîn bi "fînansekirina terorê" hatin sûcdarkirin. Rojnamegerên ku piştî îfadeyên wan ên li emniyetê şandin edliyeyê, piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûn

.

Rojnameger Lokman Gezgîn, Oktay Candemîr û Arîf Aslan di 27ê Sibatê roja Sêşemê li Wanê di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin. Duh bi şev li îfadeyên wan ên Rêvebiriya Şaxa TEMê ya ya Emniyeta Bajêr bi dawî bû.

Rojnameger bi "fînansekirina terorê" hatin sûcdarkirin. Ji rojnamegeran ji bo nûçeyên ku ji saziyên çapemeniyê yên li welatên Ewropayê weşanê dikin re şandine, heqê heqdestê wan hat pirsîn.

Piştî îfadeyên rojnamegeran li emniyete temam bûn û şandin edliyeyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest bûn.