> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Roşan Lezgîn li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/rosan-lezgin-li-botan-timese-ye/
- Published: 2023-06-13T14:31:04.000Z
- Updated: 2023-06-13T14:31:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Nivîskar û weşanger Roşan Lezgîn her hefte dê bi nivîsên xwe li Botan Timesê be.Yekem nivîsa Roşan Lezgînî dê sibe (14ê Hezîranê) bê weşandin.

**Roşan Lezgîn kî ye?**

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî *[www.zazaki.net](http://www.zazaki.net/?ref=botantimes.com)* ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî *Newepel* derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.