> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# RSF: Li Rojhilata Navîn bo Rojnamegerîyê "Hefteyeka Bixwîn"
- URL: https://www.botantimes.com/rsf-li-rojhilata-navin-bo-rojnamegeriye-hefteyeka-bixwin/
- Published: 2023-10-16T07:18:51.000Z
- Updated: 2023-10-16T07:18:51.000Z
- Author: RSF Rojnamegerên Sînornenas
- Tags: Nûçe, 2023, Journalisim, Kurd, Kurdî, middle east, Rojnameger, RSF, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li ser destpêka şerê Israîl û Hamasê ra ji hefteyekê zêdetir wext derbas bû.

Li gorî nûçeya RSFyê, li herema şerî bi giştî deh rojnameger hatine kuştin ku ji wan rojnamegeran 7 kes li Libnan û Gazzeyê karê xwe dikirin.

Berîya mirina rojnamegerê Reutersê Issam Abdallah ku li ser sînorê başûrê Libnanê mir, dema Israîlê Gazze bombebaran dikir 6 rojnameger hatibûn kuştin.

Mohammed Abou Matar, Saïd al-Tawil, Mohammed Soboh, Hisham al-Nawajha, Ibrahim Lafi, Mohammad al-Salihi û Issam Abdallah hin ji wan peyamnêr, edîtor û xebatkarên medyayê bûn ku ew di dema şerî da hatine kuştin.

Di bombebarana 13ê Cotmehê da ji xebatkarên tîma Reutersê Thaer Al-Sudani û Maher Nazeh, ji AFPyê Dylan Collins û Christina Assi û ji kanala *Al Jazeera*yê Carmen Jokhadar û Elie Barkhya birîndar bûne û rewşa wan xeternak e.