> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Şakiro û mûzîka elektro çi li hev tên!"
- URL: https://www.botantimes.com/sakiro-u-muzika-elektro-ci-li-hev-ten/
- Published: 2023-01-27T10:08:33.000Z
- Updated: 2023-01-27T10:08:33.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/Harun-Polat-edited.jpeg)

Harun Eyup Polat

Harun Eyup Polat mûzîsyenekê ciwan e ku berhemên mûzîka elektro çêdike. Ew li zanîngehê li beşa teknolojiyên mûzîkê dixwîne. Li pey evîna xwe ya mûzîkê çûye Amerîkaya Başûrê û li kolanan li bilûrê daye. Li ser mûzîka xwe bersiva pirsên Botan Timesê da.

## Tesedif çêbû!

Emro, Şakiro

> 7-8 sal in ku ez bi awayekê profesyonel berhemên elektro-mûzîk yên bi tarza serbixwe(indie) çêdikim. Rojekê li ser berhemeka xwe dixebitîm. Hingê ji aliyekê ve min ji xwe re stran vekiribûn. Dema mûzîka min û Şakiro bi hev re lê da.  
>  
> Min ji xwe re got Şakiro û mûzîka elektronîk çi li hev tên. Min hingê dest pê kir ku mûzîka xwe û stranên dengbêjan bi hev re bikim remiks.  
>  
> Harun Eyup Polat

## Bilûrjenekê kurd li kolanên Amerîkaya Başûr

> Ez bixwe bilûrjen im. Hej meqamên kurdî dikim û wan bi awayekê profesyonel lê didim û çêdikim jî. Ez çûm Amerîkaya Başûr. Min sê mehan li kolanan li bilûrê da. Min meqamên kurdî li kolanên bajaran lê da.  
>  
> Xeyala min e ku bi mûzîka xwe çîrokên dengbêjan bi deng û dîmenan pêşkêş bikim.  
>  
> Harun Eyup Polat