> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şaneşîn Performans amadekarîya avakirina sehneya xwe dike
- URL: https://www.botantimes.com/sanesin-performans-amadekariya-avakirina-sehneya-xwe-dike/
- Published: 2023-09-13T07:58:37.000Z
- Updated: 2023-09-13T07:58:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Mamosteyên Kurdî, Mêrdîn, Şaneşîn Performans, şano, tiyatro, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans amadekarîya avakarina sehneya xwe dike.

Ew, du sal in li Mêrdînê, li bin sîwana Şaneşîn Performansê xebatên çandî û hunerî dike. Ew dixwazin sehneya xwe ava bikin. Li wir lîstikên xwe bilîzin û mazûvanîya lîstik û komên din jî bikin.

Ji ber problemên aborî ew nikarin sehneya xwe ava bikin. Ji ber vê yekê jî ew serî li rêyeka din didin.

Wan, bilêtên kombîne amade kirine û kesên ku bilêta kombîneyê dikirin, dikarin salekê hemî lîstikên Şaneşîn performansê temaşe bikin. Wan nîyet e di serdema nû da bi çar lîstikên nû li pêşberî temaşevan û hezkirîyên xwe bin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/5e252182-fe5a-42c2-a74a-918e55923b03.jpg)

Bi vî awayî, ew dê dahata kombîneyan ji bo avakirina sehneya xwe û mesrefên xwe xerc bikin.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Heta niha bi navê *Penceşêr* û *Bêcir* du lîstik berhem anîne. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.