> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şaredarîya Amedê dest bi qeyda qursên zimanî kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/saredariya-amede-dest-bi-qeyda-qursen-zimani-kiriye/
- Published: 2026-02-09T11:25:32.000Z
- Updated: 2026-02-09T11:25:32.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Ziman, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hînkirina kurdî û zimanên herêmî dest bi qeydkirina serlêdanan kiriye. Berpirsên şaredarîyê di navbera 7 û 16ê Sibatê de daxwaznameyên welatîyan qebûl dikin.

### Kurdî, Ermenî û Suryanî

Şaredarî di vê serdema nû de dersên Kurmancî, Zazakî û Soranî dide. Li gel Kurdî qursên Ermenî û Suryanî jî hene. Ji bo Kurmancî û Zazakî sê astên cida hatine amadekirin. Her weha, ji bo zimanên dî jî astên destpêkê vedibin.

### Qurs bêpere ne

Welatîyên ku temenê wan ji 16 salîyê mezintir in dikarin beşdar bibin. Hemî qurs û atolye bêpere ne. Ji bilî dersan, atolyeya xwendin û nivîsandina Kurmancî jî heye. Kesên dixwazin dikarin li ser malpera şaredarîyê navê xwe binivîsin.

Lînka xwe-qeydkirinê: [DISMEK](https://dismek.diyarbakir.bel.tr/?ref=botantimes.com)

---

**Çavkanî:** Botan Times