> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Sazîyên Kurdî: Ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve
- URL: https://www.botantimes.com/saziyen-kurdi-ev-operasyona-qirkirine-ji-de-bi-tu-awayi-bi-ser-nekeve/
- Published: 2023-04-25T14:56:09.000Z
- Updated: 2023-04-25T14:56:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sazî û komeleyên kurdî ji bo desteserkirina rojnameger, zimannas, şanoger, parezer û siyasetmedarên Kurd daxuyaniyeke weşandin.

Saziyên kurdî di daxuyaniya xwe da operasyonê şermezar dikin û bang li hevgirtina kurdan hate kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin; “Çawa ku ev cure operasyonên qirkirinê bi tu awayî bi ser neketine, berevajî wê yekê, têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf û azadiyê xurttir kiriye, ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.”

> Yek ji armancên van operasyonên qirkirinê bi lawazxistina xebatên zimanê kurdî pêşvetirbirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de her tim saziyên zimanê kurdî û mamosteyên zimanê kurdî tên hedefgirtin.   
>  
> Di vê operasyona qirkirinê de jî mamoste û kedkarên zimanê kurdî Rifat Ronî, Nesîb Gultekîn û Osman Çetînkaya hatine binçavkirin.

## Saziyên îmzeya wan li daxuyaniyê ne ev in:

> Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed  
>  
> Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr  
>  
> Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih  
>  
> Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed  
>  
> Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan  
>  
> Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed  
>  
> Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr  
>  
> Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere  
>  
> Kovara Destar – Amed

## Çi bûbû?

Îro serê sibehê li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên kurd operasyoneke hatibû lidarxistin.

Di operasyonan da ji 100î zêdetir kes hatibûn binçavkirin.