> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Sedsalîya Komarê û Kurd: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye
- URL: https://www.botantimes.com/sedsaliya-komare-u-kurd-li-hemberi-zext-u-zordariyan-berxwedana-siyasi-u-candi-dewam-kiriye/
- Published: 2024-05-23T13:08:30.000Z
- Updated: 2024-05-23T13:08:30.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, KSC, Kurd, Kurdî, Sedsalîya Komarê û Kurd, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Têkoşîna Sîyasî û Çandî: *Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.***

23yê Gulanê, îro, li ofîsa KSCyê kordînatorê giştî yê KSCyê Reha Ruhavioğlu daxuyanî da çapemenîyê û danasîna xebata KSCyê ya bi navê "Sedsalîya Komarê û Kurd" kir.

Ev xebat, hejmara ewil ya Kürt Kanaat Barometresiyê (Barometreya Qeneatê ya Kurdan) e û ligel 40 aktorên cuda hatîye kirin. Ev aktor xwedîyê fikrên cuda yên sazîyên sivîl, ji medya, akademî û ji gelek qadên din yên cuda ne ku hevpeyvîn ligel wan hatîye kirin.

Hevdîtin di navbera Mijdar û Berfanbara 2023yan hatîye kirin.

Ruhavioğlu bi giştî behsa serenavên xebatê kir û çendîn hurgilî derbarê her serenavî da, ji nava xebatê bo haziran pêşkêş kir.

Xebat di bin 5 serenavan da hatîye dabeşkirin, ji çendîn alîyan ve hatîye nirxandin û destkeftîyên wê hatine destnîşankirin.

Xebat bi giştî ji van serenavan pêk tê: Hilbijartinên 2023yan - Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar, Hilbijartinên Herêmî ji bi kurdan çi îfade dike, Pirsgirêka Kurdî Îro û Pêşeroj, Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn) û Pêşeroja Kurdan - Hêvîyên Ji Sedsala Duyem.

Çend agahî û dane ji nava xebatê.

**Hilbijartinên 2023yan - Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar**

**Şikestina Hêvîyan:** Piranîya alîgirên muxalefetê destnîşan diki ku encamên hilbijartinê ne li gorî hêvîya wan bûye û xeyalşikestî bûne.

**Şik û Guman:** Gelek caran şik û gumanên pêşeroja civaka kurdan û encamên sîyasî yên hilbijartinan tên ziman.

**Kerb û Hêrs:** Gelek caran ji alîyê beşdaran ve kerb û hêrsa encamên hilbijartinan tê ziman.

**Memnunîyet:** Encamên hilbijartinan ji bo wan kurdan, ew kurdên ku piştgirîya muxalefetê kirine "ji bo ku ew bi ser xwe ve werin" baş tên dîtin.

**Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn):**

**Înkar û Asîmîlasyon:** Tê destnîşankirin ku sedsalî borî, hebûna kurdan hatîye înkarkirin û kurdan li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe daye. Zext û zordarîyên li ser çand, ziman û nasnameyê wekî pirsgirêkên herî giring tên dîtin.

**Îhlalkirina Mafên Mirovan:** Ji ber polîtîkayên ewlehîyê gelek zehmetî tên dîtin û mafên mirovan tên îhlalkirin.

**Têkoşîna Sîyasî û Çandî:** Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.

**Çarçoveya Navneteweyî û Hewlên Dîplomatîk:** Tê gotin ku pirsgirêka kurdî di qada navneteweyî da jî bal kêşaye ser xwe û carna di rojeva dîplomasîya navneteweyî da cih girtîye.

Ji bo agahîyên berfirehtir li ser xebatê [bitikîne](file:///Users/botaninternational2/Downloads/100.YIL-KSC-070524.pdf).