> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şer li Meclîsê derket, bi kulman li hev dane
- URL: https://www.botantimes.com/ser-li-meclise-derketbi-kulman-li-hev-dane/
- Published: 2024-08-16T14:07:22.000Z
- Updated: 2024-08-16T14:07:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Polîtîka, Rojev, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Şer li meclîsê derket, parlementer bi kulm û pehînan rabûne hev.

Parlementerê Ak Partîyê bi kulman rabû Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik.

Meclîs ji bo dosyeya Parlamenterê TÎPê Can Atalay civîyabû.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/16082024?ref=botantimes.com)ê piştî ku Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik dest bi axaftina xwe kir gelek parlamenterên AK Partîyê bertek nîşanî da.

Ahmet Şik jî berê xwe da wan û got, “Rûyê we qet naêşe. Hûn şerm û heya nakin.”

Gelek parlamanterên AK Partîyê bi dengekî bilind bersiv da Ahmet Şik.

Bekîr Bozdagê ku rûniştina meclisê îdare dikir bi qasî 15 xulekan navber da rûniştine.

**“Terorîstên herî mezin li vir in”**

Ahmet Şik piştî navberê got ku welatperwerî û dînê wan tenê ji bo xwenîşandanê ye û ew dikarin bi gotinên xwe her kesî bikin terorîst û li pey çû:

“Qet ne ecêb e ku hûn dibêjin Can Atalay terorîst e.

Bila her kes zanibe terorîstên herî mezin li vir in ku bi rêya mafyaya xanedanan ev dewlêt dorpêç kirîye û li vê derê rûniştine.”

Dema Ahmet Şik axaftina xwe didomand Parlamenterê AK Partîyê Alpay Ozalan êrişî wî kir û kulm lê da û Ahmet Şik ket erdê.

Piştî Alpay Ozalan gelek parlamenterên din jî bi alîyê kursî da baz da û pevçûneke mezin qewimî.

**Parlamentera DEM Partîyê birîndar bû**

Parlamentera DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di dema van pevçûnan da ji birihê xwe birîndar bû.

DEM Partîyê birîndarbûna Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştrast kir û ev êriş şermezar kir.