> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serdar Canan: Dixwazim gotina Aram Tîgran bînim cih û orkestrayekê ava bikim
- URL: https://www.botantimes.com/serdar-canan-dixwazim-gotina-aram-tigran-binim-cih-u-orkestrayeke-ava-bikim/
- Published: 2023-11-12T09:15:52.000Z
- Updated: 2023-11-12T09:15:52.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, aram tigran, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Xeyala te ji bo kurdan çi ye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/18286dfb-9597-4645-b33e-f668f6611a9b.jpg)

Hindî Kurd êkudu “dixebitin” bi rastî mirov nizane çi bixwaze, yan jî mirov bixwaze jî mixabin bê encam dimîne. Lê meseleyek heye ku babê min gelek caran behs dikir û digot: Berê li Geverê yek yan jî du kesan tirkî dizanî û yekî ji wan jî Ehmedê Reşît bûye. Vêca mirovek li dewera doskiyan hebûye û kurê wî diçe eskeriyê û li eskeriyê jî hînî peyvekî tirkî dibe, lê maneya wê peyvê nizane û ew peyv jî dijûnek bûye. Wexta ku vedigere mala xwe babê wî ji kurê xwe dipirsît û dibêjît, *“Kurê min tu li eskeriyê hînî tirkî bûy?”* Ew jî dibêje *“Belê babo ez hîn bûm”.* Bab dibêje, *“Ê ka tiştekî bi tirkî bibêje babê xwe?”* Kur, wê peyva tirkî ya ku maneya wê nizane bilêv dike û dibêje *“Seni si…”* Wexta ku bab vê gotinê dibihîzît herdu destên xwe li ‘erşê eza vediket û dibêjît “Ya rebbî hizar car şikur, êdî kurê min jî tirkî dizanît û te em ji bin minetên Ehmedê Reşît derêxistin.” Vêca serê we naêşînim, ez tinê dibêjim bila Kurd pêsîra hev berdin û “me ji bin minetên Ehmedê Reşît derbêxin” ew besî min e.

**Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_3602.jpg)

Niha li ber destê min muzîkeka ku ez ji bo helbesta hevalekî xwe ê bi qedr çêdikim, heye û ew jî ber bi xilasbûnê ve ye. Bawer im ku ew jî tenê ji bo min û helbestvanê hevalê min mizgînî ye

**Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_3661.jpg)

Helbet wekî heyraniya her kesekî/ê ez jî heyranê gelek kesayetên dîrokî û xudanşîyan im û dikarim gelek navan jî rêz bikim. Lê ev li aliyekê, heyraniya min ji bo wan kesên/ane ku her roj sihara sibê radibin û karên xwe rêkupêk û di wextî da dikin heye. Ji ber ku ew kes çi kar bibe bila bibe di wî karî de gelek serkeftî dibin. Lê mixabin hindî ku ez dikim û nakim nikarim wisa bim. Her tiştî ji bo roja dawî dihêlim û gelek pê aciz dibim, lê nikarim vê fe’ela xwe jî berdim, çunkî gelek xweş e.

**Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_3687.jpg)

Eger mimkûn buya min dixwast ku ez daxwaza hunermendê nemir Aram Tîgran a *“Ger ez careke din bêm li dinê; çiqas tank, tifing, çek û sîleh hebin ez ê hemîyan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne”*yê bicîh bînim, paşê jî bi hev re, bi van amûran orkestrayek mezin ava bikin û ez strana Bulbulê Bal Şîkawê bibêjim.