> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serdar Cananî straneka nû weşand
- URL: https://www.botantimes.com/serdar-canani-straneka-nu-wesand/
- Published: 2024-02-12T09:47:06.000Z
- Updated: 2024-02-12T09:47:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Banê Mizgevtê, Kurd, Kurdî, Serdar Canan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hunermend û muzîkjen Serdar Canan strana xwe ya nû, ya bi navê *Banê Mizgevtê* weşand.

Serdar Cananî li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wî strana xwe ya nû a bi navê *Banê Mizgevtê* li ser platformên dîjîtal weşandîye.

Cananî ev stran sala 2018yan ji çend dengbêjên Colemêrgê yên wekî İsmet Demir, Mehmûdê Pîrî, Mehmûd Duman û Dengbêj 'Erefat berhev kirîye.

Ev stran li konserta şaxa Eğitimsen a Sêrtê hatîye gotin û qeydkirin ku paşî li ser YouTubeyê hatîye weşandin. Rîtma strana ya orjînal 10/8 (3-2-2-3) lê ji ber konsepta sehneyê rîtma wê hatîye guherîn û wekî 4/4 hatîye gotin.

**Serdar Canan kî ye?**

Sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê "Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan Yên Mûzîkê" pêşkêş kiriye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya "Welat" zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn saziyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkariyê dike.

> [](https://twitter.com/SrdrCnn/status/1756396513436086280?s=20&ref=botantimes.com)

/figure>