> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şerîf Omerî: Xewna min dibistana Rapa Kurdî ye!
- URL: https://www.botantimes.com/serif-omeri-xewna-min-dibistana-rapa-kurdi-ye/
- Published: 2021-03-07T19:43:00.000Z
- Updated: 2021-03-07T19:43:00.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Vîdeo, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

**Rapbêjê ji Rojavayê Kurdistanê, Şerîf Omerîyî(Şerîfo) bersiva pirsên Ortadogu Newsê yên li ser karê wî da.**

**Şerîf Omerî**yî diyar kir ku dema wî dest bi **Rap**bêjîyê kirî ti kesan nedigot wî bi xwe jî nedizanî ku ew şêweyê ew dibêje Rap e.

*(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 3 deqîqeyan didome)*

**Tibe bû!**

“Ez ji Qamişloyê me. Dema min dest bi HipHopa **Kurdî** kirî. HipHop tinebû. Yekemîn car min bi şêweyê HipHopê got. Hingê ez zarok bûm.

“Min ji Rapê hez dikir û min dixwest ez bibêjim. Di destpêkê de min nedizanî ew şêwe Rap e. Min zû û bi awayekê xurt digot.

“Min gelekê guhdarîya stranên reşikan dikir û jê hez dikir.

**Albûmek û 6 klîp**

![](http://www.ortadogunews.com/images/upload/Eas6W5JWAAAZTod.jpg)

“Ez li Dihok û Almanyayê dijîm. Min Albûmek û 6 klîp hazir kirine. Lê mixabin ji ber Koronayê min belav nekirine.

“Hin stranên Kurdî, hin Erebî û hin Almanî hene.”

**Xewna min**

![](http://www.ortadogunews.com/images/upload/EYihalFWoAE6P_X.jpg)

Xewna min çêbûna dibistaneka Rapa Kurdî ye. Bila çêbibe û ez piştgirîya wê bikim.

**Hevpeyvîn: Murat Bayram**

[muratbayram@botaninternational.com](mailto:muratbayram@botaninternational.com)