> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serîlêdana 'Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî'yî dest pê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/seriledana-pesbirka-helbestan-a-arjen-ariyi-dest-pe-kiriye/
- Published: 2021-12-24T11:47:14.000Z
- Updated: 2021-12-24T11:47:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, ArjenArî, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Serîlêdanên “9emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî” destpê kiriye. Ev pêşbirk ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arîyî tê li darxistin. Arjen Arî di sala 2021an de çû ser dilovanîya xwe, piştî wefata wî û vir de ev pêşbirk tê li dar xistin.

Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sor pêşbirka 9emîn wê li dar bixin.

Lijneya Pêşbirkê ya îsal dê ji van navan pêk tê: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatice Kılıç û Rêdûr Dîjle.

Serlêdan wê heta 1ê Adara 2022an dewam bikin.

## Şert û mercên serlêdanê:

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike ev in;

o Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

o Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.

o Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.

o Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

o Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

o Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

o Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

o Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelatê nede.

o Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

o Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe bêne şandin.

o Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

o Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

o Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

o Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.

o Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

o Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: **Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî Yenişehir Mah. Ali Emiri 5\. Ademoglû Apt. No: 8 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır** (poste divê **li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê** be).

o Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

o Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.

o Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

*Bianet Kurdî\**