> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serlêdanên bernamzetîyê: Tenê yên AKPê daketiye
- URL: https://www.botantimes.com/serledanen-bernamzetiye-tene-ye-akpe-daketiye/
- Published: 2023-04-03T09:28:14.000Z
- Updated: 2023-04-03T09:28:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, AKP, CHP, HDP, MHP, namzet, parti, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Piştî ku namzedên serokomarîyê dîyar bûn îcar çav li namzetên parlamenterîyê ye.

Li gor hilbijartinên sala 2018an îsal çend kesan serî li AKPê, CHPê, HDPê, ÎYÎ Partîyê û MHPê dane.

Li gor reqemên hatine belavkirin di nava partîyan da yekane partîya ku serlêdanên wê yê bernamzetîyê kêm bûye AKP ye.

HDPê ya ku dê bi lîsteya Partîya Çep a Kesk (Çepa Kesk) bikeve hilbijartinan serlêdanên wê yê bernamzetîyê li gor serdema borî du kat zêde bûye.

Li gor hilbijartinên sala 2018an çend kesan bo bernamzetîyê serî li kîjan partîye dane?

Reqemên hatine belavkirin bi vî rengî ye:

## AKP

> Di sala 2018 da: 7 hezar û 329  
>  
> Di 2023 da: 6 hezar û 25  
>  
> Cûdahî: 1304

## CHP

> Di 2018 da: 2 hezar û 485  
>  
> Di 2023 da: 3 hezar û 500  
>  
> Cûdahî: 1015 zêde bû

## HDP/Çepa Kesk

> Di 2018 da: 1500  
>  
> Di 2023 da: 2 hezar û 783  
>  
> Cûdahî: 1283 zêde bûye

## Partîya ÎYÎ

> Di 2018 da: 2 hezar û 800  
>  
> Di 2023 da: 3 hezar û 379  
>  
> Cûdahî: 579 zêde bû

## MHP

> Di 2018 da: 1592  
>  
> Di 2023 da: 1894  
>  
> Cûdahî: 302  
>