> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serlêdanên bursa Perihan Ekinci-Tarık Ziya Ekinci dest pê kirin
- URL: https://www.botantimes.com/serledanen-bursa-perihan-ekinci-tarik-ziya-ekinci-dest-pe-kir/
- Published: 2023-10-03T09:46:43.000Z
- Updated: 2023-10-03T09:46:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Perihan Ekinci, Tarık Ziya Ekinci, weqfa ismail besikci, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Weqfa İsmail Beşikci dê *Bursa Doktorayê ya Perihan Ekinci - Tarık Ziya Ekinci* bide xwendekarên doktorayê.

Weqfa İsmail Beşikci dê bursê bide xwendekarên doktoroyê yên ku xebatan li ser zanistên civakî û mirovî û xebatên kurdî dikin.

Mebesta wan ji dana vê bursê ew e ku ji bo xebatên kurdî bibin pal û pişt û piştgirîyê bidin lêkolerên ciwan.

CVyên serlêderan, orjînalî û fîzîbîlîteya mijara tezê û girîngîya wê ya di qada xwe da, dê li ber çavan bêne girtin û ji aliyê lijneyê ve bêne nirxandin. Kesê bursê bi dest dixe dê 18 mehan, mehane 3000 lîreyan bistîne.

Divê, serlêdan herî dawî heta 30ê Mijdara 2023yan li ser e-maîlê bo weqfê bêne kirin.

Encamên serlêdanê heta dawîya adarê dê bo serlêderan bi e-maîlê bê ragihandin

Bo agahîyên berfirehtir [bitikîne](https://www.ismailbesikcivakfi.org/etkinlikler/bizden-haberler/haberler/perihan-ekinci-tarik-ziya-ekinci-doktora-bursu?ref=botantimes.com).