> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şermola Performans dê bo piştgirîya Dîwan Akademîyê li Amedê bilîze
- URL: https://www.botantimes.com/sermola-performans-de-bo-pistgiriya-diwan-akademiye-li-amede-bilize/
- Published: 2023-09-12T13:06:24.000Z
- Updated: 2023-09-12T13:06:24.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, bûka lekî, Dîwan akademi, DIYARBEKIR, Kêm, Kurd, Kurdî, Mem û Zîn, Mirza metin, Mirza Mt^, Şano, Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Kurdî, Şermola Performans, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Şermola Performans dê li Amedê ji bo piştgirîya Dîwan Akademîyê li pêşberî temaşevanên xwe be.

Şermola Performans dê bi lîstikên xwe yên bi navê *Kêm*, *Bûka Lekî* û *Mem û Zînê* li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bo piştgirîya Dîwan Akademîyê bilîze. Ew, dahatên her sê lîstikan dê ji bo Dîwan Akademîyê [kom bikin](https://www.gofundme.com/f/supportdiwanacademy?ref=botantimes.com).

**Kêm**

Ev lîstika *Kêm*ê performanseka deng, nefes û hereketê ye. Performansa nû Kêm ya Mirza Metin ji rêzedîmenên xewnan pêk tê ku ji aliyê Hicran Demir ve tê performekirin. Di performansa *Kêm*ê da hafizeya mîtolojîk a dengbêjan û enerjî û potansiyela cizbê ya govendan bi teknîkeka nerm a montajê tê bikaranîn.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/a463e04924a94b4f9a124807ccd982ad-1.jpg)

Lîstika şanoyê *Kêm*, dê 20ê Îlonê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an bê lîstin.

**Bûka Lekî**

Nivîskarî û derhênerîya wê Mîrza Metîn kirîye û Pelda Bal, Ronî Dildar û Leyla Devecî dileyîzin. Promîyera lîstika xwe serdema 2022yan li Batmanê pêk anîye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/f8a7d5db6bf24f71a8ef22c86db3fa0e.jpg)

Lîstika *Bûka Lekî* dê 20ê îlonê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an bê lîstin.

**Mem û Zîn**

Mem û Zîn çavkanîya xwe ji dengbêj Reso wergirtîye. Sêwirandin û derhênerîya wê ji alîyê Mîrza Metîn ve hatîye kirin. Lîstikvanîya wê jî Pelda Bal, Kenan Demir û Ronî Dildar dike. Promîyera lîstika xwe serdema 2021an li Batmanê pêk anîye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/657409c941674dfc9c122933b1c8b3c7.jpg)

Lîstika Mem û Zînê dê 22yê îlonê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an bê lîstin.

**Akademîya Dîwanê çi ye û dixwaze çi bike?**

Tîma Şermola Performansê ji bo ku di warê şanoya kurdî de ji bo çareserîya pirsgirêka perwerdehîyê tevkarîyê bike li Batmanê dibistaneke şanoyê vedike. Dibistan dê bi mufredateke bi temamî kurdî perwerdehîya şanoyê bide. Xêncî mamosteyên kurd hin mamoste dê ji Ewropayê jî bên û şagirtên akademîyê dê bi şêwaz û rêbazên cuda yên lîstikvanîyê bêne perwedekirin. Wekî din, dê her sal hin şagirt bi bernameyên danûstendinê ji enstîtûyên li derveyî welat re bêne şandin. Ji bo dibistanê qadeke 420 metrekare hat kirêkirin û bi fona piştgirîya avahîsazîyê ya CultureCivicê jî kirêya salekê hat dayîn. Tîma Şermola Performansê bi derfetên xwe yên kêm dest bi jinûvekirinê kir. Tîmê niha li ser platforma Gofundmeyê kampanyayeke piştgirîyê da destpêkirinê da ku bikaribe pergala germkirin, sarkirin û hewayê, pergala îzolasyonê, pergala ronahî û deng, mobîlya û lêçûnên din bigire ber xwe û dibistanê bi tevahî ji perwerdehîyê re amade bike. Kesên ku dixwazin piştgirîyê bidin vê xebata girîng dikarin ji lînka jêrîn bexşan bidin an jî bilêtên zêde ji bo lîstikên Şermola Performansê bikirin. Berhevkar: [https://www.gofundme.com/f/supportdiwanacademy](https://www.gofundme.com/f/supportdiwanacademy?ref=botantimes.com)