> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serokê DTSOyê Mehmet Kaya: Em lêborîna xwe ji helbestvan Berken Berehî dixwazin
- URL: https://www.botantimes.com/seroke-dtsoye-mehmet-kaya-em-leborina-xwe-ji-helbestvan-berken-berehi-dixwazin/
- Published: 2023-12-20T17:26:03.000Z
- Updated: 2026-05-17T22:04:01.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, berken bereh, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokê Odeya Bazirganî û Senayîyê (DTSO) Mehmet Kaya ji ber astengîya di bernameya Berken Berehî da çêbûyî lêborîna xwe ji cenabê wî û xwendevanên wî xwest.

Mehmet Kaya li ser heaba xwe ya Xê da zanîn ku ew lêborîna xwe ji Berken Bereh û xwendevanên wî dixwazin ku di bernameya Berehî da astengî derketebûn û bernameya wî hatibû betalkirin.

**Peyama serokê DTSOyê Mehmet Kaya**

*"Em ji helbestvanê navdar û hezkirî yê helbesta kurdî Berken Bereh û xwendevanên wî lêborîna xwe dixwazin, ku ji ber sedemên bernamesazkirinî, rêxistinî û teknîkî, di çalakiya wî ya ku di roja vekirinê ya Fûara Pirtûkan a Amedê de tê lidarxistin de, rastî astengiyan hat."*

**Çi bûbû**

16yê Berfanbarê, roja ewil ya Fuara Amadê, ji ber bernameya Bulent Arinç, bernameya Berken Bereh saetekê hatibû paşxistin û paşî jî ew salona ku dê bernameya Berken Bereh lê bihata kirin ji bo bernameyeka din hatibû terxankirin.

Li ser wê yekê Berken Bereh nerazîbûna xwe anîbû ziman û wekî bertek jî bername li antreya avahîya fuarê hatibû kirin.

> [](https://twitter.com/kayadb/status/1737495113260048881?s=20&ref=botantimes.com)

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/berken-berehi-fuara-kiteban-a-amede-protesto-kir-1.html