> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Serokwezîra herî ciwan a cîhanê wê bikaribe kursîya xwe biparêze?
- URL: https://www.botantimes.com/serokwezira-heri-ciwan-a-cihane-we-bikaribe-kursiya-xwe-bipareze/
- Published: 2023-04-02T11:57:35.000Z
- Updated: 2023-04-02T11:57:35.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Fîlandîya, filandiya, SanaMarîna, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Fîlandîyayê ji bo hilbijartinên giştî îro dengdayîn dest pê kir.

Di hilbijartinê da Serokwezîr Sanna Marînê dê hewl bide kursîya xwe biparêze.

Partiyên sîyasî ji bo 200 kursiyên di parlamentoyê da bi dest bixin hevrikiyê dikin.

Li welêt ji bo partîyan benda hilbijartinê tune ye.Lê belê ji bo ku partiyeke siyasî ji alîkarîya xezîneyê sûd werbigire, divê ji sedî 2 ê dengan bi dest bixe.

Dengdayîn wê îşev heta saet 20:00an berdewam bike.

Li Fînlandîyayê Partîya Sosyal Demokrat a bi serokatiya Serokwezîr Sana Marînê partîya desthilatdar e.

Partî bi polîtîkayên xwe yên bi alîgirê ewropayê derdikeve pêş.

Sana Marînê di 10ê Kanuna 2019an da dema 37 salî bû dest bi kar kir.

Ew bû serokwezîra herî ciwan a cîhanê û di kabîneya xwe da betir cîh da jinan.

Ji 19 wezîrên kabîneya niha 11 jê jin in.