> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Şêxo Fîlîk li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/sexo-filik-li-botan-timese-ye-2/
- Published: 2023-06-22T14:41:41.000Z
- Updated: 2023-06-22T14:41:41.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Çîroknûs û nivîskar Şêxo Fîlîk li Botan Timesê ye!

Şêxo Fîlîk, bi nivîsên xwe li Botan Timesê ye û dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Yekem nivîsa Şêxo Fîlîk dê di demeka nêzîk da bê weşandin.

**Şêxo Fîlîk kî ye?**

Di sala 1982’an de li Semsûrê hatiye dinyayê. Beşa Mamostetiya Seretayî û beşa hiqûqê qedandiye. Nivîs û wergerine wî di hin kovar û rojnameyên Kurdî û Tirkî de weşiyane. Niha li Amedê parêzeriyê dike.

**Berhemên wî:**  
*Hebanoka Çîrçîrokan*, Weşanên Şarederiya Batmanê, 2013  
*Bêbavî*, Çîrok, Avesta, 2015.  
*Ew Ne Ez Bûm*, çîrok, Avesta, 2020.

**Wergerên wî:**  
*Çağdaş Kürt Öyküsü Seçkisi* (*Bijareya Çîrokên Kurdî*), Çîrok, Can Yayınları, 2016.