> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Seydo Aydogan: Hêj kesî rêzimana Celadet Bedirxanî derbas nekirîye
- URL: https://www.botantimes.com/seydo-aydogan-hej-kesi-rezimana-celadet-bedirxani-derbas-nekiriye/
- Published: 2023-11-17T09:36:08.000Z
- Updated: 2023-11-17T09:36:08.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, 4 û çar, Amed, DIYARBEKIR, ibrahim seydo aydogan, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Xeyala te ji bo kurdan çi ye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/836cf6b5-8042-47d0-a883-5e74a3055a52.jpg)

Ku Kurd bibin xwedan welatekî azad, welatekî weha ku xelkê wê xwende û hişyar be, û bizane bê Kurdan çi êş û azar kişandiye da ku qiymetê wê azadiyê bizane.

**Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/hevpeyvin.jpg)

Bi salan e ku du pirtûk li ber destê min in, lê belê karên jiyanê û wergerên ku ji bo aboriyê dipejirînim, nedihişt ku xilas bikim. Yek jê romana min *Komediya Kurdistanê* ye ku dê bibe encama hemû ceribandinên min ên wêjeyî, ya din jî rêzimana min a kurmancî ye ku encama xebatên min ên 20 salan e. Min ji bo xwendekarên xwe û kurê xwe dest pê kir, lewre rêzimaneke têkûz û pêbawer li bazarê nebû. Roman hê dema kemilînê dixwaze da ku lê vegerim. Lê, rêziman hindik maye ku xilas bibe. Min niyet e ku wan zêde bi derengî nexim û bidim çapkirin. Heta salek an du salan dê derkevin bazarê.

**Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/b459594a-c2e8-4e57-9eb6-0fc796701c9a.jpg)

Ez li ser kar û jiyana Celadet Bedirxan baş xebitîme û wî nas dikim. Hem xemên wî, hem jî kar û xebatên wî dibin sedem ku ez bibim heyranê wî. Zana û xwedan şiyan bû û bandoreke pirr mezin li ziman û wêjeya kurdî kir. Ji ber wê ye ku vaye 90 sal in ku her behsa wî tê kirin û hê kesî rêzimana wî derbas nekiriye. Lewma em jê re dibêjin “Celadet”, eynî mîna ku em behsa hevalekî xwe yê delalî bikin. Li mala min, weke kesayet, tenê wêneyê wî û yê Mehmed Uzun heye. Xweziya min bi dilê wî kesî yê ku bandor li nifşên pey xwe kiriye.

**Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/GC-SQ-CreIL-KURD-MANIF-01-1024x775-1.jpg)

Heçî tiştên ku dixwazim, ji xwe li vê dunyayê hene. Lawekî min heye ku beranberî dunyayê ye ji bo min. Xeyal xweş in, lê min zêde û zêde rastiya jiyanê dîtiye, lewma tenê di xewnan de xeyalan dijîm û wan ji xwe re dinirxînim. Mesele şiyan nîne, lê derfet e. Min dixwast ku per û baskên min hebûna. Carinan di xewnan de dibînim ku difirim. Pê dihisim ku bextewar im. Nizanim çima. Lê, ya rast, şiyanên heyî besî min in.