> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Seyidxan Sevîncî albûma xwe ya nû derxist
- URL: https://www.botantimes.com/seyidxan-sevinci-albuma-xwe-ya-nu-derxist/
- Published: 2023-10-26T07:33:46.000Z
- Updated: 2023-10-26T07:33:46.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Lerz, seyidxan sevinc, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Seyidxan Sevîncî albûma xwe ya nû ya bi navê *Lerz* derxist.

Sevîncî duhî 25ê Cotmehê li ser medyaya civakî postek belav kir ku wî albûma xwe ya nû derxistîye.

Albûma wî Lerz ji 8 stranên wekî *Berav, Zendê, Xwelîser, Xanim, Xensê, Nadim, Min Serê Xwe Rakir û Gav* pêk tê.

Gotinên stranan ji folklora kurdan, Haymatlos Suad û Seîd Yûsiv wergirtine û bi awayekî xwemalî wî şirove kirine û Onur Özçelik jî aranjeya wan kirîye.

Seyidxan Sevînc ji bajarê Sêrtê ye. Di sala 2020an da albûma xwe ya yekemîn ya bi navê *Bîr* derxistîye. Sevînc di stranên xwe da cih dide kevneşopiya kurdî û motîfên hêja yên çanda kurdî. Sevîncî herî dawî 2022yan strana xwe ya bi navê Cantelef derxistibû.