> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Sîdar Jîr: Çîroka min dinivîsî êş, şer, mirin, girî, şîn û çîroka şerekî nêz bû
- URL: https://www.botantimes.com/sidar-jir-ciroka-min-dinivisi-es-ser-mirin-giri-sin-u-ciroka-sereki-nez-bu/
- Published: 2024-01-29T10:33:58.000Z
- Updated: 2024-01-29T10:33:58.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, şêxo fîlîk, zîz, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Jîr dibêje çîroka min dinivîsî êş bû, şer bû, mirin bû, girî bû, şîn bû û çîroka şerekî nêz bû. Ew dîyar dike ku heke wî kîn û nefreta dilê xwe nedaya hêlekê ew çîrok dê li cihekî bixitimîya û wî dê nekarîya binivîse.**

Weşanxaneya Zîzê 28ê Rêbendanê, li salona Odeya Senayî û Ticaretê ya Amedê lansmana roman Sîdar Jîr ya bi navê *Duşema Rengîn “3 Kêm Deh Deqîqe”* kir. Çendîn nivîskar, akademîsyen û sazî beşdarî lansmanê bûn. Bernameyê bi axaftina gerînendeyê giştî yê Zîzê Şêxo Fîlîk dest pê kir ku di berdewamîya bernameyê da Sîdar jî li ser proseya nivîsîna Dûşema Rengîn axivî û kitêba xwe bo xwîneran îmze kir.

Dûşema Rengîn yek ji kitêbên nû ya weşanxaneya Zîzê û ya Sîdar jîr e ku ev kitêb wekî pêşsîparîş hatibû firotin.

Weşanxaneya Zîzê Îlona 2023yan ava bûye. Nivîskar Şêxo Fîlîk dibêje herçiqas sala 2023yan Zîz ava bûbe jî paşxaneya wê xwe dispêre du-sê sal berê. Zîzê heta niha 6 kitêb çap kirine.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/01/NIVISKAR-SABLON-63.png)

Duşema Rengîn “3 Kêm Deh Deqîqe” behsa şerê Kobanê dike û navê xwe ji gotina şervanekî YPGyê wergirtîye ku wexta kobanê rizgar bûbû gotibû "Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû".**\*** Duşema Rengîn rengvedana çîrokên rasteqîn e.

Nivîskar Sîdar Jîr di destpêka axaftina xwe da balê dikêşe ser giringîya edebîyatê û dibêje xewna me jî ew e ku rojekê edebîyata me jî bibe parçeyeka xweşik ê milkê edebîyata cîhanê. Jîr ji bo pêkanîna vê xewnê dibêje ku wekî gelek tiştan divê mirov xwe be û bi rengê xwe tevlî lehîya cîhanê bibe.

> Divê em ji xwebûnê ber bi gerdûnê ve biçin  
>  
> Sîdar Jîr

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/01/6e038ce2-3029-46df-93a7-0843ba3c6695.jpg)

Sîdar Jîr balê dikêşe ser zehmetîyên proseya nivîsandina berhema Duşema Rengîn. Jîr dibêje çîroka min dinivîsî êş bû, şer bû, mirin bû, girî bû, şîn bû û çîroka şerekî nêz bû. Ew dîyar dike ku heke wî kîn û nefreta dilê xwe nedaya hêlekê ew çîrok dê li cihekî bixitimîya û wî dê nekarîya binivîse.

> Min hewil da hemî hêrs, kerb û nefreta xwe ya wekî ya we hemîyan bidim hêlekê û çîrokê bibêjim.  
>  
> Sîdar Jîr

Nivîskar Jîr vê xebatê wekî xebateka kolektîf bi nav dike ku di proseya nivîsîna wê da gelek kesan alîkarîya wî kirine û dokument dane wî. Rojnameger Abdurrahman Gök yek ji wan kesan e ku di proseya nivîsînê da, hem fikren hem jî bi dokumentan alîkarîya wî kirîye. Gök, dema şer li Kobanîyê hebû bi awayekî aktîf, li çeper û qadan rojnamegerî dikir.

Nivîskar Jîr çar-pênc qismên dawî yên kitêba xwe li Berlînê nivîsîne ku ew dibêje dema kitêb hat xwendin dê bê zanîn ka çima me taybet serî li wê derê dabû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/01/b10e9f82-b69c-4213-955a-bad196705715.jpg)

Sîdar Jîr kitêba xwe îmze dike

\*Sala 2015yan, 4 mehan şerî di navbera hêzên Kurdan û DAIŞê da dewam kir ku di encamê da 26ê Kanûna Paşîna 2015an, saet sisê kêm 10 deqîqeyan Kobanê hat rizgarkirin û Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin. Bi hezaran ciwanên kurd beşdarî şerê rizgarîyê bûn û gelek ji wan di wê berxwadanê da canê xwe ji dest dan ku di encama şerî da Kobanê rizgar bû.

Şervanekî YPGyê 26ê Kanûna Paşîna 2015an rizgarbûna Kobanîyê û ketina DAIŞê bi gotinên, "Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû" ragihand.

Di encama êrişên DAIŞê de wêranîyeka mezin li Kobanîyê çêbû û gelek kes neçar man ku ji bajarî derkevin û koçî hin cih din bikin. Piştî rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê gelek kes vegerîyan bajarên xwe yên wêran û dest bi jîyana xwe kirin.

Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bajar ji nû ve avakirin û dest bi avakirina dam û dezgehên xwe kirin.