> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Strana nû ya hunermend Rewşan "Mala Te li Kêrê ye" hat weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/strana-nu-ya-hunermend-rewsan-mala-te-li-kere-ye-hat-wesandin/
- Published: 2023-09-01T06:25:48.000Z
- Updated: 2023-09-01T06:25:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Kurdi, kurdish music, kurdish singer, Mala Te li Kêrê ye, Rewşan, Rewşan çeliker, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Strana nû ya hunermend Rewşan *'Mala Te li Kêrê ye'* li ser hemû platformên dijîtalê hat weşandin.

Van salên dawî xebatên Rewşan ku di kategoriya *world musikê* da amade dike, ji alîyê guhdaran ve gelekî tê hezkirin. Hûnermend vê carê bi straneke nû ya evînê, bi şêwaza *poprock & funk* silavê dide guhdarên xwe.

Bi performansa xwe ya serkeftî ya li ser dikê û bi dengê xwe yê hestiyar Rewşan, him li welat him jî li Ewropayê konseran dide.

**MALA TE LI KÊRÊ YE**

Gotin: Dr. Ebdurahman Haji, Rewşan

Music: Dr. Ebdurahman Haji

Arrangement: Hakan Gürbüz

Hilberîner: Rewşan

Gitara Elektrik: Cenk Erdoğan

Strings: İstanbul Strings

Dehol: Ediz Hafızoğlu

Bas Gitar&E. Solo Gitar: Hakan Gürbüz

Gitara Akustik & Percussion & Keyboard: Hakan Gürbüz

Vokala Paş: Rewşan

Mix&Mastering: Emre Nişancı

Styling: Ezgi Öztürk

Makyaj: Aynur Kabak

Por: Mutlu Ahmet Sinan

Menager: Gökhan Daştan

Fotografkêş: Fatma Jiyan Karaboğa

Berg: Rewşan

Wergêra Îngilizî: Roza Çeliker

Belavkirina Dijîtalê: Believe

**Rewşan kî ye?**

Rewşan li Stenbolê Hûnerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji zanîngeha Enqerê beşa psîkolojî û zanîngeha Bahçeşehîrê lîstikvaniyê mezûn bûye. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma "Dengên Bakur" ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî bû, amade û pêşkeş kir. “Ax Lê Wesê”, "Tov", "Live Session Vol'1" û gelek singlên wê di kategoriya *prograssive folkê* da xebatên gelek serkeftî hat dîtin. Hunermend Rewşan, yek ji avakar û endama Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û ew li welat û li dervayî welat bi awayekî serketî konserên xwe didomîne.