> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Talîbanê qedexeyek din li ser xwendekarên keç ferz kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/talibane-li-ser-xwendekaren-kec-qedexeyeke-din-xistiye-meriyete/
- Published: 2023-04-18T09:23:02.000Z
- Updated: 2023-04-18T09:23:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, afganistan, talîban, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Talîban piştî ku di Tebaxa 2021an da li Afganîstanê desthilatdarîyê bi dest xist, her roj qedexeyên nû li ser jinan zêde dike.

Hat ragihandin ku Talîbanê herî dawî li welêt navend û enstîtûyên perwerdehîyê yên ku rêxistinên sivîl piştgirîya wan dikin girtiye.

Di van sazîyên perwerdehîyê da bi giranî keçên ku piştî pola şeşan çûna wan ya dibistanê hatibû qedexekirin, perwerdehîyê digirtin.

Piştî rêveberîya Talîbanê, li Afganîstanê ji pola şeşan pê ve çûna dibistanê û zanîngehan li keçan qedexe ye. Her wiha jin nikarin bi tena serê xwe biçin cihê giştî û di karekî da bixebitin.