> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tara Mamedovayê strana xwe yê nû weşandiye
- URL: https://www.botantimes.com/tara-mamedova-strana-xwe-ye-nu-wesandiye/
- Published: 2023-04-15T06:49:47.000Z
- Updated: 2023-04-15T06:49:47.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, TaraMamedova, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Stranbêj Tara Mamedova strana xwe yê nû ya bi navê “Spîndar” weşandiye.

Klîba stranê li ser youtubeê hatîye weşandin. Mamedovayê di danasîna stranê da wiha nivîsiye:

> Spîndar’a min di weşanê de ye  
>  
> Bi hêvîya kû qasî nêzîkî rihê min e ewqas nêzîkî we be  
>  
> Lê lê spîndarê, te reng daye biharê  
> Ti dîsa şîn û şahî, ji derva wer xwîyayî  
> Lê lê spîndarê, gava dikevim xewê  
> rastî birîna te têm…  
>  
> Tara Mamedova

**Tara Mamedova kî ye ?**

> Mamedova, di roja 22ê nîsana 1983an de li bajarê Kok-Yangak ê (li Qirgizistanê) ji dayik bû. Li wê derê 8 salên xwe yên zarokatiyê derbas kir.\[1\] Piştî ku Yekîtiya Sovyet ji hev ket û li herêmê nîjadperestî xurtir bû, malbata wê mecbûr ma koçî bajarê Saratov (Rûsya) bikin. Malbata Mamedova li wê derê 4 sal 0z ma.  
>  
> Dayika Mamedova wê şand dibistanên dans, şano û muzîkê. Piştre wê li Moskov perwerdeya muzîkê stend û, piştî ku malbata wê koçî Fransa kir, wê li Parîsî berdewam kir.  
>  
> Tara Mamedova zewicandiye û zarokekî wê yê keçik heye. Mamedova di bernameyekê TV'yê de aniye ziman ku keça wî li Tirkiyê asîmîle dibe jiber vî yekê dixwaze keça li Rûsyayê, di nava malbata xwe ya li wir mezin ke.  
>  
> Wîkîpedîa Kurdî