> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tarîxname: Li Benda Godot li Parîsê derket sehneyê
- URL: https://www.botantimes.com/tarixname-li-benda-godot-li-parise-derket-sehneye/
- Published: 2023-01-05T04:05:00.000Z
- Updated: 2023-01-05T04:05:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Hêja Netirk, Samuel Beckett, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Îro 5ê Çileyê ya 2023yan e.   
  
Di 5ê Çileyê ya 1953yan de *Li Benda Godot* ya Samuel Beckett cara pêşî li Parîsê derketiye ser sahneyê.   
  
Becket, ku bi eslê xwe Îrlandî ye, ew eser bi Fransî nivîsîye berê û piştre bi hin guherînan di 1954an de bi Îngilîzî jî derxistiye.   
  
Stranbêj Hêja Netirk *Li Benda Godot* ji Ingilîzî wergerandiye Kurdîya Kurmancî û Weşanxaneya Avestayê ew werger di sala 2021an de çap kiriye.   
  
Ji wê wergerê parçek:   
  
Wa ye nema digirî. (ji Estragon re) Îcar tu ket dêvla wî. (bi coş) Giriyê li ser dinyê hertim bi qasî hev e. Ji ber ku kengî yek dest bi girî dike, li cihekî din yek dev jê berdide. Ji bo ken jî wisa ye. (dikene) De ka wê çaxê em neaxivin û xerabiyê bi nifşê xwe nekin. Ma jixwe ji bav û kalê xwe ne neşadtir in. (sekinîn) De ka em ji bo başiya wan jî neaxivin. (sekinîn) Ya baş em qet neaxivin. (sekinîn, bi hişmendî) Serjimar zêde bûye, rast e.