> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Têbînîyên Amerîkayê – XV: Ji Amerîkayê Hez Dikim, Amerîka jî ji Min Hez Dike
- URL: https://www.botantimes.com/tebiniyen-amerikaye-xv-ji-amerikaye-hez-dikim-amerika-ji-ji-min-hez-dike/
- Published: 2023-10-17T09:11:49.000Z
- Updated: 2026-05-17T22:34:00.000Z
- Author: Şener Ozmen
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Joseph Beuys, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

***Kulik* ne humanîst bû û helwêsta xwe ya hunerî, li ser dijayetiya pergala hunerî ya li Rojavayê, bêhtir jî ya li Amerîkayê saz kiribû. Di vê performansê de Kulik, xwe xistibû dilqê kûçikekî de, qeyd û zincîr bi stûyê wî ve bûn, di nava qefesekê de dixwar, vedixwar û dirît û dimîzt. Ji kurator, galerîvan yan rexnegirên hunerê her kî bihata serdana wî, bi diranan diçû laşê wan, ewte ewta wî bû.**

\*\*\*

*Joseph Beuys*, di sala 1965an de, di performanseke xwe de *(Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt*?**\[\*\]** *Galerîya Schelmayê, Dusseldorf, 26 Mijdar 1965*) hewl dida ku ji kîvroşkeke mirî re nexş û nemûran rave bike, kîvroşkê, bi dengê xwe yê ku hemankê dihat bihîstin, serwext bike wekî jiyan çi ye û mirin çi ye. *Beuys*, bi dirêjahiya performansê di jûrekê de bû, ya rast, xwe di jûrê de asê kiribû, kîvroşk bi diranên xwe pûrteve dikir, ew dirêjî erdê dikir û pê re mijûl dibû. Devîdevî sê saet ajotibû performansa navbirî, temaşevanan di pişt camekanekê re li liv û tevgerên *Beuys*î dihinêriyan. Solê xwe yî çepê bi kulav kiribû (giringtirîn kereseya wî bû kûlav) û zîçikek bi yê din ve girê dabû. Ji xeynî çingeçinga wê zîçikê ku serê carê piyê xwe bi erdê ve dixerxitand û hîskhîskên sivik yên henaseyê hema bibêje çu deng û dûng tune bû li hawîrdorê. *Beuys*, serçavê xwe hingiv û bi zêr û zîv kiribû, li dîwaran kevalin daliqandîbûn û li erdê, dareke kuhnarê ya mirî hebû. Piştî sê saetan, ango bi dû dawîhatina performansê re îda destûr dabûn ku temaşevan yeko yeko derbasî hûndir bibin. Ew li ser kursiyekê dîtibûn, kîvroşk jî di himbêzê de bû û pişta xwe dabû cemawerî.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/Joseph-Beuys-1978-Wene-Gerd-Ludwig.jpeg)

Joseph Beuys, 1978, Wêne Gerd Ludwig

*Joseph Beuys* di sala 1921an de li *Krefeld*a li bakurê rojavaya Dusseldorfê ji dayîk bûbû, pirraniya salên xwe yên zarotiyê li *Cleves*ê, nêzîkî sînorê Holandayê derbas kiribû û di sala 1931an de çûbû *Dibistana Zimanzaniyê ya Dewletê*. Di demeke berwext de serî bi şêwekarî, mûzîk, dîrok, mîtolojî, xweza û zanistê êşandibû û di henga *Şerê Cîhanê Yê Yekem* de, di *Hêzên Asmanî yên Almanyayê* de, destpêkê bûbû gerînendeyê bêtêlê, dû re di fîloyeke bombebaranê de bi topvaniyê hatibû peywirdarkirin. Di sala 1944an de firokeya wî li *Qirim*ê hatibû daxistin, xweşbextane, bi arîkariya koçerên ji êla Teteran, ji mirinê filitîbû û ev qewimîn, bûbû vezayîna vî hunermendê qerase yê Alman. Piştî têkçûna Almanan ya di 1945an de, ingilîzan ew dîl girtibûn, lêbelê, derheqa vê bobelatê de gelek hunernûsên wekî *Benjamin H. D. Buchloh*î nedifikirîn, *Buchloh*, di nivîseke xwe de –ku di sala 1980yan de di *Artforum*ê de çap bûbû, pirsa wênegiran(!) û rewşa wî dikir, wekî çawan piştî ketina balafirê, digel wan birînên xwe yên giran rabûye wêne dane kişandinê, gelo Teterên hûrmezin bi kamerayên xwe yên kûlavîn *çirk û çirk* *Beuys* kişandibûn? Ma ev pêkan bû? *Buchloh* rexneyeke din jî dikir û *Beuys*î, bi afirandina berhemên kirêt gunehbar dikir, yên ku xwe spartibûn îdeolojîyên nîve-faşîst, li gorî *Buchloh*î ev yek, ji temayula wî ya xwemezinkirinê dihat. 

**\*\*\***

Bi dû şerî re *Beuys*, di Akademîya Hunerî Ya Dusseldorfê de perwerdeya Peykera Yadgarî dît û ji sala 1947an heya 1953yan, bi peykersazê Alman *Ewald Mataré* re, di veavakirina Almanyayê de kar kir, tevlî licneyên xêrxwaziyê yên dêr û kenîştan bû. Ji berhemên *James Joyce*ê ayrlendî û ramanwerê Avusturyayî *Rudolf Steiner*î sûd wergirt, ev herdu kesayet, di berhemdariya wî de heta hetayê man. Heke em vegerin ser *Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt*?, *Beuys* bi nîşaneyên xurt derketibû hafa hunerhezan; hingiv jiyanê, zêr û zîv dewlemendiyê, kîvroşk mirin û fanîtiyê, kulav di ser vejena nebîn re germahiya giyanî, zîçik jî mantika sext temsîl dikir, ku niha, di sedeya me ya têkçûnan de heye ku ev kereseyana û tiştên ku li wan hatibûn barkirin, di cîhana hunerê de zêde derbirrîndar bihatana nirxandin, ‘eynî wek şamanîzma wî ya ji bîr û baweriyên Teteran mayî, bi yekê *Beuys*, li hemberî kelepora hunerê jî qaqibo dikir.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/Jura-raxisti-ya-Joseph-Beuysi-li-Centre-Pompidou-scaled.jpeg)

Jûra raxistî ya Joseph Beuysî li Centre Pompidou

Di 2010an de hunermendê ermen *Sarkis* em çend hunermendên kurd, li *Centre Pompidou*yê (Parîs), xistin jûra *Joseph Beuys*î ya raxistî. Piştî ku deriyê biqefl ya ku bi salan girtî mabû, vekir, ji me xwest ku em her yek cotek şimikên ji hirîyê çêkirî bidin ser piyên xwe û hêja têkevin hundiro. Ji bilî pêzanînên min yên derheqa jiyan û berhemên wî de, min *Beuys* car bi carji devê yekem galerîst û kolektorê wî yê Alman, ji *René Block*î jî dibihîst. *Block*, 1974an de li *SoHo*ya (South of Houston Street) New Yorkê bi navê xwe galeriyek vekiribû, gava *Beuys* gihîştibû New Yorkê, arîkarên galeriyê ew li parçeyeke kulêv pêça bûn û bi ambûlansê heya bi galeriyê biribûn. Di galeriyê de çeqelek li hêviyê bû, *Beuys*, sax sê roj û her carê ne kêmî heyşt seatan, bi wî çeqelî re di hundirê wê galeriyê de girtî mabû. Rabûbû, rûniştibû, darê xwe yê xiloxwar di binê kulêv re derêxistibû. Sernavê performansê “*Ez ji Amerîkayê Hez Dikim, Amerîka jî Ji Min Hez Dike*” bû, ku bi vê helkeftê xwestibû ku dîyalogek di navbera herdu neteweyann da pêk bîne; Amerîkaya 1974an ji *Xewna Amerîkayê* gelekî bi dûr bû, şerê li Vîetnamê hîn nû bi dawî bûbû û civak, ji trawmayên piştî şerî re hîn ne amade bû, zordestiya ku li kêmîne, niştecihên eslî û koçberan dihate kirin, Amerîkayê kiribû du beş. *Beuys*, di qefesekê de bû, di nava kel û pelên li hawîrdor belavbuyî, lodên kayê, hejmarên rojnameya *The Wall Street Journal*ê û kûmekî xirxote hebû ya ku ji baştirîn kûmçêkerê Londonê hatibû kirrîn.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/Ez-ji-Amerikaye-Beuys-Hez-Dikim-Amerika-ji-Ji-Min-Hez-Dike.jpg)

Bueys, Ez ji Amerîkayê Hez Dikim, Amerîka jî Ji Min Hez Dike, Beuys

Di sala 1997an de, hunermend û performerê Ukraynayî *Oleg Kulik* jî (1961), performansa xwe ya ‘hovdar’ ya bi sernavê *Amerîka Min Gez Dike Ez Jî Amerîkayê,* li ser performansa *Beuys*î ya navborî li dar xistibû, *Kulik* ne humanîst bû û helwêsta xwe ya hunerî, li ser dijayetiya pergala hunerî ya li Rojavayê, bêhtir jî ya li Amerîkayê saz kiribû. Di vê performansê de Kulik, xwe xistibû dilqê kûçikekî de, qeyd û zincîr bi stûyê wî ve bûn, di nava qefesekê de dixwar, vedixwar û dirît û dimîzt. Ji kurator, galerîvan yan rexnegirên hunerê her kî bihata serdana wî, bi diranan diçû laşê wan, ewte ewta wî bû. *Avangarda li Ûriset*ê bi kir û kiryarên wî re careka din bû mijara nîqaşê. Kulik, piştî salên 2000an êdî dest bi hin kar û barên nû kirin û ji peykeran heya bi enstelasyonan, bi têgihine nû û di pêwendeke ne hinde hovane de, hunera xwe domand. Bo bibîrxistinê, *Kulik* beşdarî li *Bînela Stenbolê Ya Pêncemîn* jî kiribû, ya ku bi kuratoriya *Rosa Martínez*ê, di navbera 5ê Cotmehê - 9ê Mijdara sala 1997an de li dar ketibû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/Oleg-Kulik-Amerika-Min-Gez-Dike-Ez-Ji-Amerikaye-1997.png)

Oleg Kulik, Amerîka Min Gez Dike Ez Jî Amerîkayê, 1997

Di *Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt*? de têgiha menewîyatê, mijareke sereke bû bêguman (wek kereste kîvroşk jî), *Beuys* bêdeng bû, di henga performansê de xwe ker kiribû, çi ku ramana rasyonel dawî li gelek tiştan anîbû û ew jî bi menewîyetê bersiva ramana rasyonel dida; kîvroşk, zayîn bû, nîşaneyeke zarokanînê bû, her weha a *menstûrasyon*ê (reglê) jî. Kîvroşk li axê vedigerî, enkarne dibû, çi ku ajaleke mirî jî, ji rasyonalîzma sext a ‘hin mirovan’ baştir bû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/IMG_0709.jpg)

Jûjîn-Performansa Mehikê, 1998.

Hunermenda Kurd *Jûjîn* (ji peyva *jûjî, jîn* û *jin*ê) jî di sala 1998an de di *Genç Etkinlik*ê de, xwe di qefesekê de asê kiribû û li benda xwîna xwe bû. *Jûjîn* bi peyva xwe lîstibû, *jûjî, jîjo, jojî*, li dû mêkirina performansa xwe bû û li gorî hingê, “Mehikiya” wê performaseke qewî tûndûtûj bû ku piştî *Jûjîn*ê jî (jixwe ev performans bû, dû re dev jê berda û destê xwe ji hunerê kêşa), li ser gelek nîqaş hatibûn kirin.

**Têbînî:**

**\[\*\]** Gelo ji kîvroşkeke mirî re nexş û nemûr çawa tê ravekirin? *(n.n.)*

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/botan-international-de-kargehen-rojnamegeriya-kurdi-ya-dijital-pek-bine-18.html