> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Têbînîyên Amerîkayê – XXII: Sedsal… Bîstemîn… Dirêj… Kurd û Kurdistan...
- URL: https://www.botantimes.com/tebiniyen-amerikaye-xxii-sedsal-bistemin-direj-kurd-u-kurdistan/
- Published: 2024-04-16T12:34:31.000Z
- Updated: 2024-04-16T12:34:31.000Z
- Author: Şener Ozmen
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, deprem, erdhêj, Kurd, Kurdî, Rojnameger, THE LONG TWENTIETH CENTURY OF KURDS AND KURDISTAN, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Armanc ji van konferansan ew bû ku, tora akademîsyênên ku di warê *Xebatên Kurdewar* de dixebitîn, bihêztir bike, ezmûngerî û têkoşîna kurdan, her weha bi awayekî berawirdî siyaset, civak û çanda kurdan bide naskirin û derfetan ji şêwr û mişêwrên akademîk re çê bike.**

**\*\*\***

THE LONG TWENTIETH CENTURY OF KURDS AND KURDISTAN, sernavê sêyemîn konferansa *Xebatên Kurdewar* ya li Amerîkaya Bakur bû ya ku bi sponsorî û piştgirîya *Weqfa Serbest*î û bi alîkariya *Edward J.* û bi fona *Dorothy Clarke Kempf*ê *a Yadaşt* ya li *Navenda MacMillan*î û bi mazûbaniya *Desteya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn,* di 4 û 5ê Avrêla 2024an de bi serkêşiyaakademîsyenên wek *Nilay Özok-Gündoğan* (Florida State University), *Maşuq Kurt* (Royal Holloway, University of London), *Jonathan Wyrtzen*î (Yale University), li *Zanîngeha Yale*ê (New Heaven, Connecticut) li dar ket.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/Pirs-u-Bersiv.jpg)

Akademîsyenên vexwendî, ango yên wek *Sabri Ateş* (Southern Methodist University) *Naif Bezwan* (University of Vienna), *Janet Klein* (The University of Akron), *Veysel Şimşek* (McGill University), *Cevat Dargın* (University of Michigan), *Veli Yadırgı* (LSE), *Metin Atmaca* (Social Sciences University of Ankara), *Kamal Soleimani* (El Colegio de Mexico), *Dmitrii Asinovskii* (Central European University), *Jihan Mohammed* (Vanderbilt University), *Rüstem Ertuğ Altınay* (University of Milan), *Jon Bullock* (University of Notre Dame), *Vera Eccarius-Kelly* (Siena College), *Shilan Fuad Hussain* (Middlesex University), *Barış Öktem* (Royal Holloway University of London), *Clara Rasouli* (University of Oslo), *Katia Zagoritou* (University of Peloponnese), *Fidan Mirhanoğlu* (Paris Business School), *Rebecca Irvine* (CUNY), *Turan Keleş* (University of Central Florida), *Diana Yayloyan* (Georgetown University), *Hasmik Grigoryan* (Clark University), *Stan Thangaraj* (Stonehill College), *Kerem Can Uşşaklı*yî (Stanford University), wek ku di banga gotarxwestinê de ya ku di Tebaxa 2023yan de di hesabên medyaya civakî û malpera *Weqfa Serbest*î de, her weha li ser malpera *Yal*eê hatibû diyarkirin, dê li ser vê sedsala dirêj a 'nebixêr' hûr û kûr bibûna, ya ku bi her awayî dişibiya cezaya *Sîsîf*î. Hûn bi çîrokê serwext in, *Zeûsê Xweda*, *Sîsîf* li *Tartarûs*ê (bi gotineke din li Rojhilata Kambax) –ku asta herî jêr ya *Hades*î bû, bi cezayeke heta hetayê mehqûm kiribû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/Katia-Zagoritou-.jpg)

*Katia Zagoritou*

Ji bo xebatên bi vî rengî, bê gûman *Zanîngeha Yaley*ê lap î girîng bû, ji sala 1701an ve bi armanca ku rê û dirbên xwegihaştina zanyariyê berfirehtir bike –her weha parve bike–, ji bo nifşên bê zanyariyên çandî û ‘ilmî biparêze hatibû avakirin. *Yaley*ê, xwe di vê rêyê de nezir kiribû wekî feraseta çandî û rewşa mirovahiyê bi pêş de bibe, serî bi sir û razên gerdûnê biêşîne û ji nava xwe serkird û pêşewayên cîhanî yên ji nifşê nû derêxe. Serokê berê yê Amerîkayê *Bill Clinton* (di sala 1973yan de) û *Hillary Rodham Clinton* ji Fakulteya Dadê îcazet standibûn, ji CNNê *Anderson Cooper*, di sala 1989an de, di warê zanista siyasî de lîsansa xwe kuta kiribû, stêrka *American Horror Story* û *Black Panther*ê *Angela Basset*, bi bûrsekê tevlî civata *Yaley*ê bibû, bavê ‘*Alfabeya Morsê’* *Samuel F.B. Morse*, di destpêka salên 1800an de li vê zanîngehê matematîk û felsefe xwendibû, *Indra Nooyi*, beriya ku bibe CEO û seroka *PepsiCo*yê, di sala 1980an de li *Yale*ê bû, *Nathan Hale*yê ku wek yekem sîxûrê Amerîkan nav û deng dabû, di sala 1770an de lîsansa xwe ya bilind li *Zanîngeha Yal*eê kuta kiribû, xwediyê Xelata Nobelê *Paul Krugman*, di desthilatiya Reaganî de di Konseya Şêwirmendên Aborî de xebitî bû, her weha awazdaner *Cole Porter,* di destpêka salên 1900an de tevlî Yaleê bibû. *Meryl Streep, Allison Williams, Paul Newman, Judy Foster, Elia Kazan, Oliver Stone*, şêwekarên wek *Jennifer Bartlett, John Currin, Paul Fontaine*, bi sedan senator, aborîzan, dîplomat, çalakvan, şêwirmendên siyasî, dadger, parêzer, walî, şaredar, serok, serokwezîr, cîgirên serok û wezîran, zanyar, nûvekar ji wir bûn.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/Masuq-Kurt-Vera-Eccarius-Kelly-Sener-Ozmen-Jon-Bullock-.jpg)

Maşuq Kurt, *Vera Eccarius-Kelly*, Şener Özmen û *Jon Bullock*

**Li Yaleyê Roja Yekan**

Sêyemîn Xebatên Kurdewar roja yekan, ango 4ê Avrêlê, di katijimêr 9:15yan de, li Kampûsa McMillanî, piştî taştêyeke mîranî, hevnasîn û gir şikandinê bi pêşkêşiya akademîsyen Maşuq Kurtî dest pê kir; Kurt di kurteaxaftina xwe de bal kişand ser mêjû û dûvaroja Xebatên Kurdewarî yên li Amerîkaya Bakur û di ser sermijara konferansê re, qala girîngî û pêdiviya xebatên bi vî rengî kir û spasiyên xwe pêşkêşî *Weqfa Serbes*tî, xasma jî avakarê weqfê parêzer Metîn Serbestî, *Zanîngeha Yale*ê û hemû beşdar û gotardêran re kir. Kurt, derheqê bernameya konferansê û danîşînan de jî agahiyin dan, lewre ji ber aloziyên pêvajoya wîzeyê, çend gotardêr dê bi zoomê beşdarî li konferansê bikirana. Bi dû Maşuq Kurtî, bi dorê *Nilay Özok-Gündoğan Jonathan Wyrtzen* derketin hafa beşdaran û dîsan bi pêşkêşvaniya Kurtî avakarê Weqfa Serbestî, *Metîn Serbest* axaftineke malavayiyê kir û bal kişand ser xebatên Kurdewarî û piştgiriya Weqfa Serbestî, wekî çawan pêgeheke kurdî nîne li zanîngehên li Amerîkayê, bi hêviya ku di vî warî de ev pêngavek be. *Metîn Serbest* di axaftina xwe de, li ser her du konferansên li Amerîkaya Bakur pêkhatî jî rawestiya, ku yek ji wan (ya yekan) di sala 2018an de dîsanli *Zanîngeha Yal*eyê, li jêr navê *Siyaset û Civaka Kurdan a Navdîsiplînî* li dar ketibû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/DSC09688.jpg)

Armanc ji van konferansan ew bû ku, tora akademîsyênên ku di warê *Xebatên Kurdewar* de dixebitîn, bihêztir bike, ezmûngerî û têkoşîna kurdan, her weha bi awayekî berawirdî siyaset, civak û çanda kurdan bide naskirin û derfetan ji şêwr û mişêwrên akademîk re çê bike. Gotardêrên konferansa navborî jî ev kes bûn: *Adam Sitze* (Amherst College, College of Law), *Allan Hassaniyan* (University of Exeter, Kurdish Studies), *Andy Clarno* (University of Illinois at Chicago, Sociology and African America Studies), *Arda Bilgen* (Independent Scholar), *Ayça Alemdaroğlu*, (Northwestern University), *Bilgesu Sümer* (University of Massachusetts, Department of Political Science,) *Charles Mills* (The Graduate Center, CUNY), *Charlotte Watelet* (EHESS, Paris – Anthropology and Political Science), *Deniz Duruiz* (Northwestern University, Buffett Institute for Global Affairs), *Elif Genç* (The New School for Social Sciences, Department of Political Science), *Emilio Dabed* (Visiting Fellow at Osgoode, York University Law School), *Erdem İlter* (UCLA, Department of History), *Gülay Kılıçaslan* (York University, Department of Sociology), *İpek Yosmaoğlu*, (Northwestern University), *Ken Salo* (University of Illinois Urbana-Champaign-Department of Urban & Regional Planning), *Latif Taş* (SOAS University of London, School of Interdisciplinary Studies), *Madiha Pınar Sorma* (University of Washington Seattle, Gender, Department of Women and Sexuality Studies), *Matan Cohen* (Columbia University, Middle Eastern South Asian and African Studies), *Maya Avis (*and *Oren Ziv)* (Graduate Institute of Geneva), *Metin Serbest*, Esq. (Law ‘05), *Nadje Al-Ali* (Brown University, Watson Institute for Public and International Affairs), *Nasser Abourahme* (New York University, Hagop Kevorkian Center for Near Eastern Studies), *Nisan Alıcı* (Ulster University, Transitional Justice), *Özüm Yeşiltaş* (Texas A&M University-Commerce, Department of Political Science), *Patrick Lewis* (University of Chicago, Department of Anthropology), *Pınar Dinç (and Lina Eklund)* (Lund University, Center for Middle Eastern Studies), *Sardar Saadi* (University of Toronto, Department of Anthropology), *Sinem Arslan* (University of Essex, Michael Nicholson Centre for Conflict and Cooperation), *Stanley Thangaraj* (City College of New York, Department of Anthropology), *Veli Yadırgı* (London School of Economics).

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/Jonathan-Wyrtzen-Naif-Bezwan-Sebri-Ates-Janet-Klein.jpg)

*Jonathan Wyrtzen*, Naîf Bezwan, *Janet Klein*

Ya duyemîn jî dîsan li jêr navê *Serbest Kurdish Studies Conference*ê*,* di sala 2020an de li heman zanîngehê, li bin banê *Keyman Modern Turkish Studies Program*ê de pêk hatibû. Hûn dişên nivîsa akademîsyen *Nilay* *Özok-Gündoğan*ê ya bi sernavê *Xebatên Kurdewarî Li Amerîkaya Bakur* ji vê lînkê bixwînin: [https://www.jadaliyya.com/Details/37676](https://www.jadaliyya.com/Details/37676?ref=botantimes.com)

Wek ku *Nilay* *Özok-Gündoğan*êjî di vênivîsara xwe de bal kişandibû ser, *Xebat* û *Lêkolînên Kurdewar*, encax li bin banê *Xebatên Rohilata Navîn* yan *Lêkolînên Rojhilata Navîn* de cîyekî xwe digirtin û gelekên wan jî, di bin çavdêriya akademîsyenên *nekurd* de bûn. Bi dû van konferansan re, du kitêb der çûbûn yên ku ji gotarên beşdaran hatibûn pêk, yek ji wan *The Kurds in the Middle East-Enduring Problems and New* Dynamics \[1\] bû ku bi edîtoriya *Mehmet Gürses, David Roman*o û *Michael M. Gunter*î çap bibû. A dinê jî *Kurds in Dark Times-New Perspectives on Violence and Resistance in* Turkey **\[2\]** bû ya ku bi edîtoriya *Ayça Alemdaroğlu* û *Fatma Müge Göçek*ê der çûbû. Di vê kitêbê de Hamît Bozarslanî jî, wek gotina dawîn bi nivîseke xwe cî girtibû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/Metin-Serbest.jpg)

Danişîna Yekan, bi moderatoriya *Jonathan Wyrtzen*î û bi beşdariya *Sebrî Ateş, Naîf Bezwan* û *Janet Klein*ê, li jêr sernavê *Sedeya Bîstemîn a Dirêj a Kurd û Kurdistanê* dest pê kir. Sebrî Ateşî, di gotara xwe de li ser têgiha *“Em û Netew: Li ser Pênc Nameyên Şêx Ubeydulahê Nehrî”* rawestiya û ji van nameyên navborî mînakine girîng pêşkêşî beşdaran kirin. *Naîf Bezwan*î, bal kişand ser *Peymana Lozanê* û *Mafê Çarenivîsa Kurdan* û têgihîştina vê kêşeyê, her weha *Janet Klein*ê jî li ser zilm û zordariya li Kurdistanê û pêvajoya nivîsîna sedeya bîstemîn a dirêj sekinî. Sermijara *Danişîna Duduyan*; *Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Mafê Çarenivîsê û Mînorbûyîn* bû; di vê danişînê de bi moderatoriya Sebrî Ateşî; akademîsyenên wek *Veysel Şimşek, Loqman Radpey, Cevat Dargın* û *Veli Yadırgı* cî girtibûn. *Veysel Şimşek*, li ser seferberiya leşkerî û zilm û zordariya girseyî rawestiya û bal kişand ser kurdan û welatê wan Kurdistanê. Axaftvanê duyem *Loqman Radpey* di gotara xwe de qala Rojhilata Navîn a nûjen û lêgerîna kurdan kir wekî çawan li mafê xwe yê çarenivîsî geriyane. *Cevat Dargin*î, li ser kêş û vekêşên wek nijad, retorîk û raperînê, Dêrsim û qirqirina sala 1938an rawestiya ya ku piştî têkçûna Osmanîyan qewimî bû. *Veli Yadırgı* jî, bêhtir li rewşa civakî-aborî ya li Kurdistanê hûr û kûr bû û axaftina xwe bi hin daneyan geş û gurrtir kir. *Danîşîna Sisêyan* ya ku bi sernavê *Serkirdên Siyasî Yên Kurdan* dest pê kiribû û Nilay-Özok Gündoğanê wek moderator cî girtibû. Di vê danişînê de *Metin Atmaca* li ser Şêx û giregir û bazirganên kurdan rawestiya û bal kişand ser dem û dewranên aloz yên li bajarê Silêmanîyê. Ji Zanîngeha *El Colegio*yê ya li *Mexico*yê *Kemal Silêmanî* jî li *Peymana Lozanê* hûr bû û ev kêşe, di ser pirsgirêkên *Xelîfeti*yê re pêşkêş kir. *Dmitrii Asinovskii,* di axaftina xwe de cî da *Barzanîyê Nemir* û salên wî yên li Ûrisetê û pirtûkên kirîlî yên li ser Mele Mistefa Barzanî. *Cîhan Mihemed* li ser xewna *Netew-Dewle*tê ya *Kurdên Başûr* rawestiya. Sermijara *Danişîna Çaran* û dawîya roja yekan ya ku bi moderatoriya Maşuq Kurtî dest pê kir, wek *Çand, Vegotin û Nasname*yê hatibû diyarkirin, di vê danişînî de *Rüstem Ertuğ Altınay, Jon Bullcok, Loghman Hamehmorad* û *Vera Eccarius-Kelly* cî girtin. Gotara *Rüstem Ertuğ Altınay*îli ser *Şanoya Ciwanan a Osmanî ya demên dereng* bû, wekî çawan aliyên wê yên *mîlîtarîst* û *tirkkirin*ê hebû û wek ûtopyayeke tarî li ser kar bû. *Jon Bullock* gotareke balkêş pêşkêş kir; *Wek Wargehekî Berxwedanê Weşana Muzîka Kurdî,* li gorî agahiyên ku dida beşdaran; Êzgeya Kurdan a Bexdayê di sala 1939an de, êzgeya li *Yafa*yê û li *Filîstîn*ê di sala 1940an de, êzgeya li Sinê (Senendec) di sala 1952yan de, êzgeya li Yêrêvanê 1955an de û ya li Qahîreyê (Misir) di sala 1957an de dest bi weşanê kiribûn. *Vera Eccarius-Kelly* jî, di pêşkêşiya xwe de, li ser estetîka dekolonyal û ciyawaziya dîasporîk a kurdan rawestiya û gotin anî ser hunera hevçax a kurdan. Li ser vê mijarê bi tenê çend mînak dan, dawiyê qala *Engîn Sustam*î û nivîsên wî yên akademîk kir, yên ku derheqê hunera kurdan a hevçax de nivîsîbûn.

**Li Yaleê Roja Duduyan û erdhejek**

*Danişîna Pêncan*, bi moderatoriya *Nilay* *Özok-Gündoğan*ê ji pêşkêşiyên *Şîlan Fûad Hûseyn, Barış Öktem, Clara Resûlî* û *Katia Zagoritou* hatibû pêk; yên ku li ser *Zayend, Xortanî û Pevçûna Siyasî* bûn. *Şîlan Fûad Hûseyn* li *Peymana Lozanê* û bandorên wê yên li ser jinên kurd hûr bû; *Barış Öktem*, li pey pêkhatina nasnameyê û tevlîbûna siyasî çû û di vê çarçoveyê de rewşa ciwanên kurdan helsengand. Mijara pêşkêşiya *Clara Resûlîyî Jinên rûbirûyî mirinê dibin* bû; *Resûlî*, li ser motîvasyona pêşmergeyên jin yên ku tevlî refên PDK-Îyê dibûn agahîyên balkêş dan, *Katia Zagoritou* jî li ser bandora *Peymana Lozanê* ya li ser Kurdên Sûrîyeyê rawestiya, di henga axaftina wê de avahîya McMillanî çend caran hejiya, li nêzîkê New Yorkê bi mezinahiya 4.8ê erdhejek pêk hatibû. Di *Danişîna Şeşan* de sermijar *Vejen, Jêderk, Hawêr û Valageh* bû û erdhej tam jî li ser van mijaran hatibû. Danişîn bi moderatoriya Maşuq Kurtî dest pê kir, axaftvanên vê danişînê *Fîdan Mîrhanoglu, Rebecca Irvine* û *Turan Keleş* bûn; *Fîdan Mîrhanoglu* li ser *Dewleta Kurd* û *Nefta Mêtingeran* rawestiya û kêş û vekêşên xwe bêhtir bi siyaseta neftê ya Fransayê ve girê dan û ji pevnivîsên fermî çend wêne û nexşe nîşanî me dan. *Rebecca Irvine* li pey şopa nexweşiya tayê ketibû, pêla taya ku di navbera salên 1950-60an de li Başûrê Kurdistanê di nava şerî de hawêr û mirovan dabû ber xwe. *Turan Keleş*î jî, li ser polîtîkayên Dewleta Tirk (1960-2000) ya li Herêmên Kurdan hûr bû û kêş û vekêşên xwe bi istatîstik û daneyên fermî xurt kir. Sermijara *Danişîna Heftan* û a dawîn wek “Pêwendiyên Civakî” hatibû danîn, di vê danişînê de ya ku bi moderatoriya *Janet Klein*ê dest pê kiribû, *Diana Yayloyan, Hasmik Grigoryan, Stan Thangaraj* û *Kerem Can Uşşaklı* peyivîn; *Diana Yayloyan* di rojhilatê Osmanîyan de pêwendiyên kurd û Ermenan rawestiya û qala şahidiya *Yervant Kureghian*î kir, yê ku ji mirinê filitî bû*. Hasmik Grigoryan* Serhildana Kurdan a li Bedlîsê ya 1914an û bertekên çapemeniya Ermenan hûr bû. *Stan Thangaraj*, li ser pêwendiyên Kurd û Libnanîyan Bûtteyê rawestiya: *Kafeya Konstantînapolîsê û Tewqên Sifirî, Peydabûna Montanayê.* Herî dawî, *Kerem Can Uşşaklı*, li ser desthilatdariya avakirinê û nasnameya takekesî rawestiya, ya ku li ser sînorên Kurdistan û Iraqê wek dewsa pêçiyan a civakî derdiket mexderê.

Bi moderatoriya *Aslı Ü. Bali*yê, wek axaftvanên dawîn *Maşuq Kurt, Nilay Özok-Gündoğan, Jonathan Wyrtze*n û *Metîn Serbest* li pêşberî beşdaran bûn; *Di Rojhilata Navîn de Dûvaroja Kurdan* hat enenekirin, ji gotardêran *Kemal Silêmanî, Naîf Bezwan, Sebrî Ateş, Cevat Dargin, Stan Thangaraj* jî nêrînên xwe anîn zimên. Metîn Serbest, ji bo berdewamiya Xebatên Kurdewar, careke din bang li dewlemend û aqilmendên kurdan kir wekî piştgiriyê bidin û akademîsyenên kurd bi tenê nehêlin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/instagram-05.jpg)

**Têbînî:**

**\[1\]** [https://serbestfoundation.org/books/](https://serbestfoundation.org/books/?ref=botantimes.com)

**\[2\]** [https://serbestfoundation.org/books/](https://serbestfoundation.org/books/?ref=botantimes.com)