> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Têkoşîna Dayikên Şemîyê bû mijara kurtefîlmekê: "30 sal û şevek"
- URL: https://www.botantimes.com/tekosina-dayiken-semiye-bu-mijara-kurtefilmeke-30-sal-u-sevek/
- Published: 2023-08-08T08:32:06.000Z
- Updated: 2023-08-08T08:32:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, cumartesianneleri, DayikênŞemîyê, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Têkoşîna Dayikên Şemîyê ya ji bo dîtina zarok û xizmên xwe yên di dema desteserkirinê de hatine qetilkirin bû mijara kurtefîlmekê.

Derhênerê fîlmê Îsmaîl Çeçenê ku di gelek festîvalên netewî û navneteweyî da xelat girtine, çîroka dayikeka ku li kurê xwe yê wenda digere kiriye kurtefîlmek.

Fragmana kurtefîlma bi navê "30 Sal û Şevek" hatiye weşandin.

Di fragmanê da tê dîtin ku dayikek 30 salan li pêy hestîyê kurê xwe yê wenda digere û dibêje, "Eger ez bêyî ku wî bibînim û bimirim hestîyên wî li kêleka min binax bikin."

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/08/1178931-296481132.jpg)