> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tîma Almanî FC St. Paulî piştgirî da Amedsporê
- URL: https://www.botantimes.com/tima-almani-fc-st-pauli-pistgiri-da-amedspore/
- Published: 2023-03-07T08:27:23.000Z
- Updated: 2023-03-07T08:27:23.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: Nûçe, Almanya, Amedspor, St Paulî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Tîma futbolê ya Almanî St.Paulî ji hesaba xwe ya Twitterê peyamake belavkir û piştgirî da Amedsporê.

FC St. Paulî da zanîn ku li hemberî êrîşên nîjadperest ew piştevaniya Amedsporê dikin.

Tîma ku di Lîga 2yemîn a Almanyayê de dilîze, dîmênên dema erîş li lîstikvanên Amedsporê tê kirin belavkir.

Li ser dîmenê jî; "Ji Tirkiyeyê dîmenên xemginiyê. Bi piştevaniyê, silav Amedspor" nivisî.

> [](https://twitter.com/fcstpauli/status/1632727306912387075?ref=botantimes.com)

FC St. Paulî ji tîmen futbolê yên heyî gelek cuda ye.

Serokê wan homoseksuel e. Piştgirên wan anarşîst in. Li seranserê cîhanê, Tirkiye jî di nav de, alîgirên wan hene.

Klûb û alîgirên wê li cîhanê bi helwestên xwe yên antî-faşîst tên naskirin.

Alîgirên Pauli beriya niha pankarta ku Berkîn Elvan ê di Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, vekiribûn.

## Çi bûbû?

> 5ê Adarê li Bûrsayê, di navbera Bursaspor û Amedsporê de maçeke futbolê hatibû lîstin.  
>  
> Rojeke beriya maçê, alîgirên tîma Bursasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn.  
>  
> Di maça hat lîstinde jî alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstîkvanên Amedsporê kiribûn.  
>  
> Her wiha ji aliyê alîgirên Bursasporê ve wêneyên torosên spî û endamê JITEMê Mahmut Yıldırım hatibûn vekirin.  
>  
> Tişta ku li Amedsporê hat kirin, ji aliyê gelek kesan ve wekî êrîşek nijaperestî hatibû binavkirin.